Li bijîşkekî xistin û wî birin cihekî nediyar

Li Nexweşxaneya Welidandinê ya bajarê Humsê hin kesan li bijîşkê bi navê Ehmed Xaskî xistin û wî birin cihekî nediyar

Li bijîşkekî xistin û wî birin cihekî nediyar
16 tîrmeh, 2026   20:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ku çavkaniyên xwecih dane nûçegihanê me, hin kesan li Nexweşxaneya Welidandinê ya Humsê li bijîşkî bi navê Ehmed Xaskî xistin û wî birin cihekî nediyar e.

Çavknaiyan diyar kir ku hin kesan li bijîşk dane û gotinên xirab jê re kirine. Li gorî agahiyan, dibe ku sedema lêxistinê xwezaya karê wî an jî mezheba wî be.

Her wiha çavkaniyan dane zanîn ku beriya bûyer rû bide,  li ser medyaya dijîtal nivîsên rexneyî û provokatîk li dijî bijîşk hatine kirine.

Heya niha rêveberiya nexweşxaneyê der barê bûyerê de agahî nedane.

(bb)