Di êrişên Îsraîlê yên li ser Xezayê de 4 kes hatin kuştin

Di êrişên Îsraîlê yên li ser Xezayê de 4 kes hatin kuştin. Hate ragihandin ku di dan û standinên li Qahîreyê yên têkildarî qonaxa duyemîn a plana bidawîanîna şerê li Xezayê de pêşketin hene.

Di êrişên Îsraîlê yên li ser Xezayê de 4 kes hatin kuştin
30 tîrmeh, 2026   17:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Rayedarên qada tenduristiyê ya Xezayê dane zanîn ku di êrişa hewayî ya Îsraîlê ya li ser kampeke koçberan a li Xan Yûnisê ya başûrê Xezayê de mêreke û zarokeke keçîn hatin kuştin. Di heman demê de di êrişa li kampa Birêçê ya li ser malekê de kesekî 18 salî hat kuştin û 8 kes birîndar bûn.

Rayedaran ragihand ku li nêzî kampeke koçberan a bajarê Xezayê jî di bombebarankirina motorsîklêtekê de kesek hat kuştin û bi dehan kes birîndar bûn.

Artêşa Îsraîlê îdia kir ku wê endamên Hemasê kirine hedef.

Li aliyekî din rayedarekî diplomatîk ê Hemasê, dan û standinên bi pêşengtiya Misir, Qeter û Tirkiye yên li Qahîreyê yên têkildarî qonaxa duyemîn a plana bidawîanîna şerê li Xezayê de "erê û pêşketî" nirxandin.

(bb)