Trump şerê aborî û tecrîdê li dijî Îranê da destpêkirin

Serokê DYA’yê Donald Trump, ragihand ku ew li dijî Îranê şerê aborî û tecrîd ku mînakên wê nîne daye destpêkirin.

Trump şerê aborî û tecrîdê li dijî Îranê da destpêkirin
20 tebax, 2026   09:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê DYA‘yê Donald Trump destpêkirina "Şerekî aborî û ferzîkirina tecrîdê ku mîna wan çêneûbûne" li dijî Îranê ragihand.

Trump di nivîsekê de ku li ser Truth Socialê de weşandiye anî ziman ku wî derfeteke mezin daye Îranê da ku bighêjin lihevkirinê, lê sûd ji derfetê wernegirt û got: "Îro ez pêkanîneke aborî ya herî bihêz ku heta niha li dijî ti welatekî hatiye girtin radigihînim."

Donald Trump diyar kir ku pêkanîna nû ji şerekî aborî û îzolasyoneke ku mîna wan çênebûne pêk tê. Her wiha bi bîr xist ku şiyana leşkerî ya Îranê derbên mezin xwarin û aboriya welat di rewşeke zehmet re derbas dibe.

Turmp gef li welatên ku destekê didin Îranê jî xwar û got, çi welatên ku saziyên wê yên diravî an jî şîrket an jî balafirgehên wan an jî hikumetên wan destekê bide Tehranê dê bi cezayên aborî yên mezin re rû bi rû bimînin.

Trump banga rawestandina qaçaxçîtiya petrolê, xetên barter, veguheztina pereyan, navendên serikirinê, qeydên keştiyan û şîrketên barber kir û got divê ev çalakî tavilê werin rawestandin.

Her wiha got: "Ev roj dê roja şerê aborî be. Ji bo bidawîbûna gefên Îranê û têkbirina wê pêdiviya me bi hemû hevbendên me heye ku li kêleka Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê bisekinin. Ev pêkanîna dê hêza Tehranê ya belavkirina terorê lawaz bike."

Trump careke din anî ziman ku dê tu carî nehêlin ku Îranê bibe xwedî çekên nukleerî.

(bb)