Rojevên îro yên medyaya erebî; Sûriye, Hurmuz, Lubnan û Xezayê

Medyaya erebî bal kişandin ser ji nû ve sazîkirina hêzan li Rojhilata Navîn, pêşbaziya di navbera Tirkiye û Îsraîlê de li Sûriyeyê, zextên li ser Îran bi rêya tengava Hurmuzê, her wiha siberoja çekên Hizbullah û Hemasê.

Rojevên îro yên medyaya erebî; Sûriye, Hurmuz, Lubnan û Xezayê
20 tebax, 2026   10:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Bandorên şerê Amerîka û Îranê, qeyrana tengava Hurmuzê, aloziya di navbera Îsraîl û Tirkiye li Sûriyeyê, her wiha nîqaşên li ser siberoja çekên Hizbullahê û dosyaya Xezayê di rojevên îro yên medyaya erebî de cih girtin.

SÛRIYE..JI QADA ŞER BI BER BI QADA NAKOKIYÊN TIRKIYE-ÎSRAÎLÊ VE

Rojnameya El Nehar a Lubnanê der barê rewşa Sûriyeyê de bi taybetî piştî êrişa Îsraîlê ya li ser balafirgeha Ebû Dihûr û axaftinên li ser  hebûna leşkerî ya Sûriyeyê de analîzek bi sernavê "Derbeya Ebû Dihûr..Îsraîlê xeta sor li pêşiya Tirkiye xêz dike û peyamekê dide El Şera" weşand. Di analîzê de hatiye gotiye, êrişa li dijî balafirgeha Ebû Dihûr peyameke ku ji balafirgehê zêdetir diçe. Hate gotin, ev derbe girêdayî hebûna leşkerî ya Tirkiyeyê ya li Sûriyeyê û hevsengiyên nû yên herêmî ye.

Li gorî analîzê, Îsraîlê li tevgera Tirkiyeyê wekî pêşketineke sûriyeyî ya navxweyî nanêre, lê wekî beşek ji nû ve belavkirina hêzan li herêmê dibîne.

Rojnameya El Liwaa a Lubnanê jî nivîsek bi sernavê "Tirkiye îdiayên Netanyahu û Washingtonê yên ji bo dûrketina ji pevçûnê li Sûriyeyê red dike" weşand. Rojnameyê ev pêşket wekî hewildana pêşîgirtina li veguherîna nakokiya Tirkiye-Îsraîlê bo pevçûneke rasterast şîrove kir.

Tora El Cezîrê jî bûyera êrişa li ser balafirgehê, gefên Sûriyeyê yên li Îsraîlê, her wiha daxuyaniyên nûnerê serokê DYA‘yê yê li Sûriyeyê ku êriş "Bê hincet" bi nav kir, parve kirin.

Rojnameya Independent Arabia jî diyar kir ku "nakokiya li ser hebûna Tirkiye ya li Sûriyeyê ketiye qonaxek hesastir. Berî êrişan Îsraîlê peywendiyên veşartî pêk anîn û û hişyarî danbû. Ev yek nîşan dide ku Sûriye rasterast dibe xalek nakokiyê di navbera Enqere û Tel Avîvê de."

ÎRAN Û HURMUZ..ŞER VEDIGUHERE ABORÎ Û STRATEJIYÊ

Dosyasya Îran û tengava Hurmzuê de di rojevên îro yên medyaya erebî de jî derketin pêş in, lê vê carê ne tenê wekî şerekî leşkerî di navbera Washington û DYA‘yê de tenê, lê di heman demê de wekî qeyraneke aborî û ewlehî yên cîhanî nirxandin.

Di vê çarçoveyê de rojnameya El Nehar a Lubnanêbal kişand ser sistbûna tafîka li tengavê. Hat destnîşankirin ku Îran bi vê yekê dixwaze "Berdêla xizmetan" li ser trafîkê ferz bike, lê Washington û aliyên din vê yekê red dikin.

Rojnameya El Ehram a Misrê jî cih da aliyê aborî yê şer û raporek li ser lêgerîna Iraqê ya li rêyên dûrî tengavê yên ji bo derxistina petrolê weşand.

Rojnameya Şerq El Ewsat jî nivîsek bi sernavê "Serokê Amerîkayê şerekî aborî yê herî giran li dijî Îranê da destpêkirin" weşand. Hate gotin, zextên Amerîka yên li dijî Îranê veguheriye şer aborî, di heman demê de zextên leşkerî jî didomin.

Girêdayî mijarê rojnameya El Xelîc a Îmratê gotarek bi sernavê "Tedbîqatên Îsraîlê sînodarkirî ne" weşand. Di gotarê de, bandorên krîza Hurmuzê di aliyê navneteweyî hat nirxandin. Hate gotin ku Çîn ewlehiya Kendavê wekî beşek ji ewlehiya xwe ya aborî dibîne û şîrketên keştîvaniyê yên Çînê neçar man ku ji tengavê dûr bisekinin.

Rojnameya El Nehar di nivîsekê de têkiliyên di navbera Îran û çekên alîgirên wê de, her wiha bandorên vê yekê li ser Iraq, Lubnan û herêm şîrove kirin.

Her wiha rojnameya El Liwaa cih da vebijêrkên Hizbullahê ligel dan û standinan û zextên navneteweyî. Di gotarekê de pirsa "Gelo vebijêrkên Hizbullahê alternatîfa dan û standinan ne an jî berdewama hesabên Îranê ne? kir. Rojnameyê dosyaya Lubnan û Sûriyeyê bi sernavê "Projeyên jihevxistina Hizbullahê" nîşan da.

Rojnameya El Cimhuriya ya Lubnanê nûçeyek bi sernavê "Eniyên Lubnan, Hurmuz û Yemenê li ser sêleke sor in" weşand. Hate destnîşankirin ku rageşî êdî li eniyekê tenê sînordar nîn e û Lubnanê di toreke berfireh a qada şer de ye.

XEZA.. ŞER DIDOME, LÊ NÎQAŞ DIÇE "ROJA DIN"

Medyaya erebî her wiha di rojevên îro de bal kişandin ser pêvajoya piştî şerê Xezayê, bêçekirin, vekişîna Îsraîlê û rêvebirina Xezayê. Tora El Erebiya diyar kir ku Îsraîlê daxwaza destpêkirina bêçekkirina Xezayê di 7‘ê Cotmehê de kiriye. Hate gotin ku ev yek hebûna berdewam a çekên Hemasê di nava rêkeftinên siyasî de nîşan dide.

(bb)