Gundewarên Quneyterayê bi obîsan hat topbarankirin

Herêma Tel Kirûm ê gundewarên  Quneyterayê bi obîsan hat topbarankirin. Nehat zanîn ku topbarankirin ji aliyê kê ve hatiye kirin.

Gundewarên Quneyterayê bi obîsan hat topbarankirin
20 tebax, 2026   09:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên xwecih diyar kirin ku derdora herêma Tel Kirûm ê gundewarên navîn ên Quneyterayê berbanga îro bi obîsan hat topbarankirin. Endamên topbaranê û kesên li pey wê nehatin zanîn.

Beriya çend rojan hêzên Îsraîlê zeviyên çandiniyê yên navbera bajarokên Semdaniye û Tel Kirûm, her wiha derdroa girê Ehmer Şerqî û gundê Terenceyê topbaran kirin. Li gorî çavkaniyên xwecih, di topbaranê de zerarên mirovî çênebûn.

Li aliyekî din jî tevgerên leşkerî yên Îsraîlê li gundewarên Dera û Quneyterayê dewam dikin. Di vê çarçoveyê de bendên demkî yên kontrolê tên avakirin, bi ser malan de tên girtin û binçavkirin çêdibin. Di heman demê de qadên çandiniyê yên Quneyterayê tên hedefkirin.

(bb)