Îsraîlê kontrolkirina keleha Şiqêfê ragihand

Artêşa Îsraîlê ragihand ku wê keleha Şiqêf a stratejîk a li başûrê Lubnanê kontrol kir.

Îsraîlê kontrolkirina keleha Şiqêfê ragihand
31 gulan, 2026   10:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Îsraîlê ragihand ku wê di çarçoveya operasyonên leşkerî yên berfireh de keleha Şiqêf a stratejîk a li başûrê Lubnanê kontrol kir.

Artêşa Îsraîlê daxuyand ku wê bi armanca hedefkirina baregehan û tesîsên  girêdayî Hizbullahê operasyon li girên Bofort û Wadî Selûkî pêk aniye. Artêşê destnîşan kir ku were xwestin ew amade ye operasyonên xwe yên leşkerî hîn berfireh bike.

Berdevkê artêşa Îsraîlê Avichai Adraee wêneyên hêzên Îsraîlê yên li nêzîkî kelehê li ser hesabê xwe yê X‘ê parve kirin.

Artêşa Îsraîlê ragihandibû ku wê operasyonên xwe yên bejahî li başûrê Lubnanê berfireh kiriye, çemê Lîtanî derbas kiriye û êriş li ser herêmên nû yên bakurê çem daye destpêkirin.

Keleha Şiqêf ku yek ji cihên stratejîk e li nêzî bajarê Nebetiyê yê başûrê Lubnanê  ye. Artêşa Îsraîlê çend salan xwe li vê kelehê bi cih kiribû û di sala 2000‘î de vekişiya bû. Lew ra kontrola wê ya li ser kelehê wekî bûyerekî girîng tê destnîşankirin.

(bb)