Trump gera nû ya danûstandinan bi Îranê re aşkera kir

Serokê Amerîkayê Donald Trump diyar kir ku wê di 2 rojên bê de gereke nû ya danûstandinan bi Îranê re dest pê bike.

Trump gera nû ya danûstandinan bi Îranê re aşkera kir
14 nîsan, 2026   22:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Amerîkayê Donald Trump aşkera kir ku di van 2 rojan de wê gereke nû ya danûstandinên bi Îranê re li dar bikeve..

Di hevpeyvînekê de ligel rojnameya New York Post, Trump got danûstandinên bi Îranê re "dibe ku di van 2 rojên bê de" li Pakistanê werin lidarxistin.

Trump anî ziman ku "Em bêtir meyldar in ku ji bo hevdîtinên ji bo Îranê biçin Pakistanê" û destnîşan kir ku fermandarê artêşa Pakistanê Asim Munir di hevdîtinên ligel Tehranê de karekî mezin dike.

Trump di berdewama axaftina xwe de da zanîn ku "Ne pêkan e ku li gel Îran çekên nûklerî hebin", ev yek nîşan dide ku ew li dijî wê yekê ye ku 20 sal dem bidin Îranê da ku dewlemendkirina uranyûmê rawestîne.

(ac/fr)

ANHA