Li Humsê ciwanek hat revandin

Ciwanek ji taxa Wadî El Deheb a Humsê hat revandin, kesê ew revandiye ji bo berdana wî 30 hezar dolar xwest.

Li Humsê ciwanek hat revandin
14 nîsan, 2026   22:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûçegihanê me ji Humsê ragihand ku li taxa Wadî El Deheb a Humsê komeke çekarên nenas ciwanê bi navê Elî Bedir Dîb ji kolana Beyt El Tewîl revand, birin gundê El Mubarekat ê gundewarê Hemayê. Çekdaran li hember berdana wî 30 hezar dolar xwest.

Li gorî agahiyên heyî kiryar bi awayekî rêxistinkirî hatiye kirin, ji ber vê diyardeya revandinê tirseke mezin di nava şêniyên herêmê de derket.

Şêniyan bang li rayedarên eleqdar kir ku bi lez û bez destwerdanê bikin da ku aqûbeta kesê revandî aşkera bikin û ji bo berdana wî bixebitin, her wiha dawî li sûcên wiha bînin ku gefê li ewlehiya şêniyan dixwin.

(ac/fr)

ANHA