Trump gefa bidestxistina petrola Îranê xwar

Donald Trump ji bo Girava Xargê îdia kir ku "gelekî bi hêsanî" dikare ji aliyê artêşa DYA'yê ve bê bidestxistin.

Trump gefa bidestxistina petrola Îranê xwar
30 adar, 2026   10:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê DYA'yê Donald Trump di hevpevyîneke li gel rojnameya Financial Times de got vebijêrka herî baş ji bo wî bidestxistina petrola Îranê ye.

Trump her wiha ji bo Girava Xargê jî îdia kir ku "gelekî bi hêsanî" dikare ji aliyê artêşa DYA'yê ve bê bidestxistin û pergala parastinê ya giravê lawaz e.

Çavdêran hişyarî da ku ji ber girîngiya wê ya stratejîk, her hewla kontrolkirina giravê dibe bibe sedema şerekî mezin û zêdebûna hejmara qurbaniyan.

Girava Xargê ya Îranê ku li bakurê Kendavê ye, xwedî termînala bingehîn a welêt e ku ji sedî 90’ê firtoina petrola xav lê tê kirin.