Êrişên li dijî Îranê didomin: 17 kes mirin 8 birîndar bûn

Di 24 saetên borî de di encama şerê navbera Îsraîl-Amerîka û Îranê de 25 sivîl li Rojhilatê Kurdistan û Îranê hatine kuştin yan jî birîndarkirin. Heta duh bi giştî hezar û 568 sivîl hatine kuştin.

Êrişên li dijî Îranê didomin: 17 kes mirin 8 birîndar bûn
30 adar, 2026   10:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistina Mafên Mirovan a HRANA’yê amarên 24 saetên borî yên şerê navbera Îsraîl-Amerîka û Îranê parve kir.

Li gor amarên HRANA’yê, di 24 saetên borî de li 18 parêzgehên Rojhilatê Kurdistan û Îranê nêzî 360 êriş pêkhatine. 35 baregehên leşkerî, baregehên Supayê Pasdaran, navendên hêza Besîc, balafirgehên leşkerî, navendên polîsan, depoyên neftê û jêrxanên enerjiya atomî yên Îranê hatine hedefgirtin.

Li gor heman amaran, di encama êrişan de 17 sivîlan jiyana xwe ji dest dane û 8 sivîl jî birîndar bûne. Hatiye diyarkirin ku herî zêde êriş li Tehran, Esfehan, Elborz, Hurmizgan, Fars û Mazenderan pêkhatine.

Li gor amarên nefermî, ji despêka şerê navbera Îsraîl-Amerîka û Îranê ku di 28’ê Sibata 2026’an de despêkiriye ve, heta duh hezar û 568 sivîlan jiyana xwe ji dest dane. Ji vana 236 jê zarokên temenê wan jêrî 18 saliyê ne.