Artêşa Îsraîlê êrişî Tehranê kir

Artêşa Îsraîlê êriş bire ser binesaziya Tehranê û gelek mûşek li devera Qube Hedîdiye bê bandor kirin.

Artêşa Îsraîlê êrişî Tehranê kir
30 adar, 2026   10:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Îsraîlê îro ragihand ku wê êrişî binesaziya leşkerî ya rejîma Îranê ya li Tehranê kiriye.

Berdevkê artêşê Avichai Adraee di postekê de ku li ser X'ê parve kiriye, got: “Artêşa Îsraîlê niha li seranserê Tehranê li binesaziya leşkerî ya rejîma terorîst a Îranê dixe.”

Adraee diyar kir: "Beriya çend kêliyan mûşekên ku ji aliyê Îranê ve ber bi axa Îsraîlê ve hatin avêtin, hatin tesbîtkirin." Her wiha got pergalên parastinê yên Îsraîlê bersiva mûşekan didin.

(bb)