Trump: Em ê zêdeyî 5 hezar leşkerên xwe ji Almanyayê vekişînin

Plana Rêveberiya Washingtonê ya ji bo kêmkirina hejmara leşkerên li Almanyayê mezin dibe. Biryar li Ewropayê bû sedema fikaran.

Trump: Em ê zêdeyî 5 hezar leşkerên xwe ji Almanyayê vekişînin
3 gulan, 2026   10:02
NAVENDA NÛÇEYAN 

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump ragihand ku ew plan dike hejmara leşkerên Amerîkî yên li Almanyayê ji ya hatiye eşkerekirin bêhtir kêm bike. Trump li West Palm Beach a li Floridayê ji çapemeniyê re axivî û got, "Em zêdeyî 5 hezar leşkerî kêm dikin. "

Li gorî plana ku Pentagonê beriya rojekê eşkere kir, di 6 heta 12 mehên pêş de ji sedî 15 ê 36 hezar leşkerên DYA'yî yên li Almanyayê bê kêmkirin ku ev yek bi qasî 5 hezar leşker e. Ev hebûna leşkerî hem ji aliyê mîmariya ewlekariyê ya li Almanyayê hem jî aboriya herêmî krîtîk e.

Balkêş e ku biryar piştî rexneya Serokwezîrê Almanyayê Friedrich Merz a li ser polîtîkaya DYA'yê ya têkildarî Îranê hate dayin. Merz diyar kirbû ku Washington xwedî stratejiyeke zelal nîne û Tehranê DYE "biçûk xistiye".

Rêveberiya Trump jî bang li hevalbendên xwe yên li Ewropayê dike ku lêçûnên parastinê zêde bikin û îdîa dike ku parzemîn gelekî bi parastina leşkerî ya DYA'yê ve girêdayî ye.

Lê belê ev biryar li nava DYA'yê jî bû sedema nîqaşê. Serokên Komarger ên Komîsyonên Xizmetên Çekdarî yên li Senato û Meclisa Nûneran Mike Rogers û Roger Wicker hişyarî dan ku plan "Peyameke şaş dide Vladimir Putin."

Herdu kesayetan diyar kirin ku kapasîteya parastinê ya Ewropayê hîn bi têrkerî xurt nebûye û vekişîn wê zextê lawaz bike.

Wezîrê Parastinê yê Almanyayê Boris Pistorius jî anî ziman ku vekişîna leşkerên DYA'yî "rewşeke dihate payin" e û destnîşan kir ku welatên Ewropayê divê ji bo ewlekariya xwe hîn bêhtir bi berpirsyariyê rabin.