Artêşa Urdunê li cihên bazirganên çek û narkotîkê xistin

Artêşa Urdunê ragihand ku wê li ser sînorê Sûriyeyê li cihên bazirganên çekan û narkotîkê xistiye.

Artêşa Urdunê li cihên bazirganên çek û narkotîkê xistin
3 gulan, 2026   10:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Urdunê bi daxuyaniyekê diyar kir ku hêzên wê li ser sînorê Sûriyeyê li cihên bazirganên çekan û narkotîkê xistiye. 

Di daxuyaniyê de hate gotin "Armanca me ew e ku rê nedin madeyên hişbir û çekan derbasî xaka Urdunê bibin."

Li gorî daxuyaniya artêşê,  " Li ser bingehê agahiyên îstîxbaratî û operasyonel ên piştrast, cihên kargeh û depoyên ku wan koman wekî xala destpêkê ya çalakiyên xwe ber bi Urdunê ve di kar dinaîn, hatin tesbîtkirin. Piştre ev cih hatin hedefkirin û rûxandin."

Artêşa Urdunê diyar kir ku komên hatin hedefkirin di çalakiyên xwe de rêbazên nû bi kar tînin û wiha domand "Ev kom sûdê ji rewşên hewayî û geşedanên herêmî digirin da ku çalakiyên xwe yên qaçaxçîtiyê pêk bînin."

Artêşê îşaret pê kir ku di demên dawîn de hewldanên qaçaxçîtiya çekan û narkotîkê zêde bûne û bûye pirsgirêkek ji hêzên parastina sînor û yekîneyên leşkerî yên ku bi hêzên sînor re dibin alîkar.

Artêşa Urdunê di dawiya daxuyaniyê de destnîşan kir ku ew ê li dijî her gefên li ser Urdunê û serdestiyê wê, tedbîrên pêşgirtinê pêk bînin û bi xurtî bersivê bidin.

Nûçegihanê me duh ragihandibû ku balafireke şer li gundewarê rojhilatê Siwêdayê mala şêniyê bi navê Husam El Şair kir armanc. Di encama bombebaranê de zerarên madî çêbûn.

Girêdayî mijarê, Hêzên Parêzvanên Nîştimanî yên Siwêdayê jî daxuyaniyek da.

Hêzên Siwêdayê di daxuyaniyê de fikarên xwe ji ber êrişên hewayî ragihand û da zanîn ku êriş bê agahdarî û bêyî hemahengî têne kirin, lew re dibe sedema tirsê di nava şêniyan de û zeraran dighîne hin malan.

Hêzên Parêzvanên Nîştimanî yên Siwêdayê xwest lêpirsîneke şefaf were vekirin û tazîmetan ji bo mexdûrên êrişan werin dayîn. Di heman demê de ragihand di têkoşîna li dijî narkotîkê de ew amade ye tevkariyê bike.

(bb)