Trump: Di êrişên dijî Îranê de 48 rayedar hatin kuştin

Serokê DYA’yê Donald Trump diyar kir ku eger wan bernameya nukleerî ya Îranê nekiribûna hedef, wê di nava du hefteyan de bibûna xwedî çeka nûkleerî, her wiha 48 rayedar hatin kuştin.

Trump: Di êrişên dijî Îranê de 48 rayedar hatin kuştin
1 adar, 2026   20:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Êrişên Îsraîlê yên bi piştgiriya DYA’yê di roja duyemîn de didomin. Serokê Amarîkayê Donald Trump ji Fox Newsê re axivî û ragihand di êrişên Amerîkayê de 48 rayedarên Îranê hatine kuştin.

Trump got: “Eger me bernameya wan a nuklere nekiribûna hedef, wê di nava du hefteyan de bibûna xwedî çeka nûkleer.”

Trump êrişên bi hevkariya Îsraîlê ya li ser Îranê jî ‘serketineke bê hempa’ pênase kir û got: “Her tişt baş diçe.

Li aliyê din Trump ji Kovara Atlantîcê re jî axivî û got: “Li Îranê lîderên nû dixwazin baxivin. Ezê bi wan re baxivin. Divê ev yek berî niha bikiribûna.”