Şêniyên Dirbêsiyê: Heta em mafên xwe bi dest dixin em seferber in

Şêniyên bajarê Dirbêsiyê bal kişand girîngiya bicihanîna bendên peymana 29'ê Çileyê û hişyarî ji xeteriya şaneyan û destwerdana derve da. Şêniyan got heta mafên xwe misoger dikin ew seferber in.

Şêniyên Dirbêsiyê: Heta em mafên xwe bi dest dixin em seferber in
2 adar, 2026   04:05
HESEKÊ

Hemwextî berdewama bicihanîna bendên pêkanîna peymana 29ˊê Çileyê ya navbera Fermandarê Giştî yê QSDˊê Mazlûm Ebdî û serokê hikuemta demkî ya Sûriyeyê Ehmed El Şeri de seferberiya giştî li bajarê Dirbêsiyê û deverên Rojava dewam dike.

Di vê çarçoveyê de, rêvebera Meclisa Gel a bajarê Dirbêsiyê Raziya Îbarahîm diyar kir ku berdewama seferberiya giştî ji ber bêîstîqrariya rewşa giştî ye, peyman heta niha bi tevahî nehatiye bicîhanîn, her wiha dosyayên entegrasyon û aramiyê hîn jî tên nîqaşkirin.

Raziya Îbarahîm ragihand ku li ser îhtîmala ku şaneyên DAIŞ'ê dîsa çalak bibin û ji vê rewşê sûd werbigirin fikar hene.

Raziya diyar kir ku ji ber aloziya mijarên siyasî, xizmetguzarî û leşkerî, bicîhanîna peymanê wê dem bigire, di nav mijarên herî berbiçav de dosyayên girtî û koçberan hene, li kêleka wan jî tesbîtkirina mafên pêkhateyan nemaze Kurdan di nava destûra Sûriyeyê û siberojê de.

Li aliyekî din jî rêveberê Meclisa Aborî ya bajarê Dirbêsiyê Mesûc Mihemed destnîşan kir ku ji ber nepabendbûna hikûmeta demkî bi bendên peymanê û nebûna baweriyê seferberiya giştî berdewam dike.

Mihemed daxuyand ku doza Kurd hîn jî bê çareseriyek zelal e, û ji ber destwerdana aliyên derve ku dixwazin berjewendiyan bi dest bixin hîna peyman bi astengiyan re rû bi rû dimîne.

Mihemed anî ziman ku hebûna berdewam a hêzên leşkerî û ewlehiyê li cihên xwe ji bo misogerkirina parastina herêmê girîng e û dazanîn ku rewşa ewlehiyê li Sûriyeyê, di gel hewldanên DAIŞ'ê yên ji bo ji nû ve xwerêxistinkirinê, nêzîkatiyek hişyar hewce dike.

Mesûc Mihemed destnîşan kir ku nîqaşên erênî bi bêdengî tên kirin, hêvî kir ku çareseriyên siyasî werin bidestxistin da ku aramî misoger bibe.

Endama Meclisa Aborî ya Dirbêsiyê Buşra Salih jî anî ziman ku berdewama seferberiya giştî bi nebicîhanîna bendên peymanê û nebûna gavên berbiçav li ser erdê ve girêdayî ye. Buşra diyar kir ku hin nakokiyên der barê nasnekirina pêkhateyan Kurd û dozên weke hevserokatiyê hene.

Buşra Salih diyar kir ku ku armanc ew e ku peyman bi awayekî aştiyane were bicihanîn, xwînrijandin were rawestandin, girtî werin berdan û hemû pêkhateyên li Sûriyeyê werin naskirin, her wiha hişyarî li ser berdewama necîbicîkirina wê da ku dikare bibe sedema aloziyeke xeternak.

Buşra di dawiyê de wiha got: ''Bi destwerdana aliyên derve, di nav de jî dewleta Tirk, bandorê li ser rêveçûna peymanê dike û pêkanîna wê dereng dixe. ''

(ac/fr)

ANHA