Li Belçîkayê Îlham Ehmed û Rohilat Efrîn bi gel re civiya

Li Anderlechtê bi tevlibûna Îlham Ehmed û Rohilat Efrîn bi gel re civiyan. Di civînê de geşedanên meha dawî, xeterî û derfet hatin nirxandin û îşaret bi yekitiya Kurd û berxwedana gel hate kirin.

Li Belçîkayê Îlham Ehmed û Rohilat Efrîn bi gel re civiya
1 adar, 2026   20:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Li bajarê Anderlecht ê Belçîkayê bi tevlibûna Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed û Endama Fermandariya Giştî ya YPJ’ê Rohilat Efrîn civîna gel hate lidarxistin.

Di civîna bi tevlîbûna zêde de geşedanên heyî bi awayekî berfireh hatin nirxandin.

Di civînê de Îlham Ehmed û Rohilat Efrîn axivîn. Di civînê de geşedanên mehekî hatin nirxandin û xeteriyên heyî û derfetên derketine holê, hatin nîqaşkirin. Di civînê de mijarên girîngiya berxwedanê û yekîtiya Kurd derket pêş.

Di axaftinan de hate diyarkirin ku berxwedana gel qirkirinê rawestand û tevî vê jî zehmetî û xeterî dewam dikin.

Civîn piştî axaftinan, bi beşa pirs-bersiv bi dawî bû.