Trump Brîtanyayê rexne kir û fermana da bazirganiya bi Spanyayê re were qutkirin

Serokê DYA’yê Trump diyar kir ku ew ji ber êrişên li ser Îranê ji Serokwezîrê Brîtanyayê Keir Starmer "ne razî" ye. Trump ji ber ku Spanyayê destûr neda DYA bargehan bi kar bîne, ferman da ku hemû têkiliyên bazirganî bi Spanyayê re werin qutkirin.

Trump Brîtanyayê rexne kir û fermana da bazirganiya bi Spanyayê re were qutkirin
3 adar, 2026   23:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump di çarçoveya êrişên DYA-Îsraîlê yên li ser Îranê de rexne li Serokwezîrê Brîtanyayê Keir Starmer kir.

Trump di hevdîtina Serokwezîrê Almanyayê Friedrich Merz a li Qesra Spî de got, "Ez ji Brîtanyayê ne razî me." Trump behsa êrişên li ser Îranê kir û got, “Ji bo diyarkirina bê wê li ku derê dakevin sê yan çar roj pêwîst e. Kesê ku em pê re rû bi rû ne Winston Churchill e."

Trump îdia kir ku Spanyayê destûr nedaye artêşa DYA’yê baregehên xwe ji bo mîsyonên têkildarî êrişên li ser Îranê bi kar bîne û daxuyand ku hemû têkiliyên bazirganî wê bên qutkirin.

Trump ji rojnamevanan re got ku wî ferman daye Wezîrê Xezîneyê Scott Bessent ku "hemû têkiliyên xwe" bi Spanyayê re qut bike. Trump got, "Em ê hemû bazirganiyê bi Spanyayê re qut bikin. Em naxwazin ti têkiliya me bi Spanyayê re hebe."