Tirsa pêkhateyan û siberoja Sûriyeyê rojeva rojnameyên erebî bûn

Rojnameyên erebî ku bandorên şerê li peravên Sûriyeyê nirxandin, diyar kir ku pêkhate ji siberoja nediyar ditirsin.

Tirsa pêkhateyan û siberoja Sûriyeyê rojeva rojnameyên erebî bûn
10 adar, 2025   11:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî di weşanên xwe yên îro de cih dan şerê li peravên Sûriyeyê û çernûsa siberoja Sûriyeyê.

PÊKHATEYÊN SÛRIYEYÊ DI NAVA TIRSÊ DE NE

Rojnameya El Ereb a li Londonê li ser rewşa Sûriyeyê nivîsî: "Ji ber tiştên ku niha diqewimin, Şokek mezin heye. Karîkaturên El Şarai ku li kêleka serokê berê yê Sûriyeyê Beşar El Esad rûniştiye, hate belavkirin, di krîkatûrê her du ezmûneke dibistanê pêk tînin, El Şarai hewil dide rêbazên El Esek kopî dike. Tişta herî tirsnak ew e dema ku Şerai got ku wî pêşbîn dikir ku kuştina sivîlan ji ber sedemên mezhebî an nasnameyê, pêk bîn.  Ma em gihan vê astê ku  li welatên me jiyana kesan wilo arzan bibe. "

Rojnameyê her wiha nivîsî "Tişta ku em di vê kêliya awarte de li Sûriyeyê dijîn qonaxeke pir metirsîdar e ku tevliheviya ku Îslama siyasî, bi rûyên xwe yên Sunî û Şîe, bi qestî li herêmê çêkiriye û belav kiriye, nîşan dide. Vê yekê dilgiraniya pêkhateyên veguherandiye tirseke mezin, ev tirs jî rewa ye. Ev dîmenên ku herêmên peravê yên Sûriyeyê diyar didin, siberoja tarî ya welat nîşan didin. "

SÛRIYEYA DADMEN JI BO PÊKHATEYÊN MALA HERÎ BAŞ E

Der barê  mijarê de rojnameya El Şerq El Ewset jî wiha jivîsî: "Di van hefteyên dawî de pirsên bi fikar li ser Durzî, Kurd û Elewiyan hatin dubarekirin. Ya rastî bersiva tekane ya van pirsan hemûyan ew ku li Sûriyeyê ji avakirina dewelete ku têra hemûyan bike, tu çareyên din tune ne. Teqandina Sûriyeyê dê ji bo dewletên cîran jî trajîk be. Fetisandina Sûriyeyê di nava şerê navxweyî de dê bandorê li Lubnan, Urdun, Îraq, Tiryeyê û dewletên herêmê jî bike. Pirsgirêk pir metirsîdar e. "

YA GIRÎNG ARAMÎ Û YEKÎTIYA SÛRIYEYÊ YE

Rojnameya El Xelîc jî nivîsî: "Şerê ku li peravên Sûriyeyê diqewime, û tiştên ku berê li bajarê Ceremana û Cebel El Ereb qewimî, rewşa ku Sûriyê û rêveberiya nû ya veguhêz pê re rû bi rû ye nîşan dide, kêşeyên metirsîdar in, ji ber ku bandorê li ser yekitiya Sûriyeyê, axa wê û gelê wê dike, û dibe ku kaosa ewlehiyê berfirehtir bibe, ji ber ku tiştê ku diqewime encam û bermayên siyasetên ku sala 2011`an ve hatine meşandin e. wan siyasetan derza di navbera gelên heman welatî de, fereh kir. "

Rojnameyê destnîşan kir ku "Çareseriyên ewlehî tenê, çareseriyên kêm in, ji ber ku divê were fêm kirin ku çi diqewime û çareseriyên mayînde dûrî hişmendiya tolhildanê bibînin. Divê yekser pêvajoya siyasî dest pê bike û pêkhateyên cuda yên niştimanî tevlî pêvajoya siyasî bibin. Divê pêkhate neyên paşguhkirin û divê dewleteke demokratîk, pirreng, sivîl were avakirin û hemû hişmendiyên tundrew bêne avêtin. "

(k)