Dirûşma Newroza 2025'an eşkere bû

Newroza îsal bi dirûşma “Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk” bê pîrozkirin. Dirûşm, li gorî “Banga Aştî û Civaka Demokratîk”e

Dirûşma Newroza 2025'an eşkere bû
10 adar, 2025   11:04
NAVENDA NÛÇEYAN 

Komîteya Amadekar a Newrozê ragihand ku wê îsal li Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê Newroz bi dirûşma ‘Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk’ bê pîrozkirin.

Piştre jî dê di 12’ ê Adarê de li navçeya Liceyê ya Amedê agirê Newrozê bê vêxistin.

Dirûşma pîrozbahiya Newrozên îsal diyar bû. Komîteya Amadekar a Newrozê diyar kir ku dê Newroza îsal bi dirûşma “Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk” bê pîrozkirin. Dirûşm, li gorî “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” ya Rêber Apo ku di 27’ê Sibatê de hatibû ragihandin, hatiye amadekirin.