Kongra Star: Li dijî komkujiyan divê hemû jin bibin yek

Kongra Star destnîşan kir ku hewl tê dayîn li Sûriyeyê careke din şer bê gurkirin û bang li hemû jinên Sûriyeyê kir ku li dijî komkujiyan dengê xwe bikin yek.

Kongra Star: Li dijî komkujiyan divê hemû jin bibin yek
10 adar, 2025   11:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Kongra Star bi daxuyaniyekê komkujiya ku ji aliyê HTŞ’ê ve li dijî elewiyan tê kirin, şermezar kir.

Daxuyanî li pêşiya Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya li Qamişloyê bi amadebûna endam û nûnerên tevger û rêxistinên jinan û partiyên siyasî hat xwendin.

Rêvebera Meclisa Kongra Star a kantona Cizîrê Îbtîsam El Hisên bi zimanê kurdî û endamê Komîteya Jinan a Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Kantona Cizîrê Sefa Sultan ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin: “Ev çend roj e ji aliyê endamên HTŞ’ê ve û di bin çavderiya komên tundraw de li bajarên Sûriyeyê ên wekî Lazqiye, Humûs, Tartûs ên ku piranî elewî lê dijîn, li ser jin, zarok û gelan qetlîamanan pêk tînin û nêzikatî û zordariyeke hovane ya ji derveyî mirovahiyê tê kirin.

Bi taybet di meha rojiyê de û li ser civaka bêparastin qetlîam û îşkenceyên pêk anîn, ji aliyê exlaqî ve nayê qebûlkirin û derveyî mirovahiyê ye.”

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin: “Bi van nêzikatiyan dixwazin Sûriyeyê careke din bixin nav alozî, şer û pevçûnan û dixwazin îqtîdara xwe xurt bikin û hewl didin çavên civaka Sûriyeyê bitirsînin da ku aştî, azadî û wekheviyê nexwazin û serî ranekin. Ji ber ku zîhniyeta wan li dijî azadî, wekhevî û biratiyê ye. Di heman demê de li dijî jiyana jinan xuya dike.

Ji bo vê jî divê hemû hêzên demokratîk, hêzên navneteweyî, Neteweyên Yekbûyî û saziyên peywendîdar li hemberî van pêkanînan bê deng nemînin û bibin xwedî helwest. Rêveberiya Şamê ya ku dijminê baweriyên cuda, jin û zarokan, nikare ji civaka Sûriyeyê re siberojeke ewle û sîstemekî wekhev û azad ava bike.”

Di dawiya daxuyaniyê de jî hate gotin: “Em bangî hemû jinên cîhanê dikin ku em dengê xwe û têkoşîna xwe li hemberî van qetlîaman bilindtir bikin û raya giştî agahdar bikin.

Bi hêz, aqil û hestên jinan li hemberî şerê îqtîdar û zîhniyeta cîhadîstan banga berxwedan û têkoşînê bikin. Dîsa em bangî hemû jinên Sûriyeyê dikin ku li dijî qetlîaman deng û rengê xwe bikin yek.”