Tîma Hîlal serdana YPJ’ê kir

Lîstikvanên Tîma Hîlal a futbolê ya jinan serdana YPJ’ê kir. Lîstokvan ji aliyê Rohilat Efrîn, Destîna Heleb û Roksan Mihemed ve hatin pêşwazîkirin.

Tîma Hîlal serdana YPJ’ê kir
23 gulan, 2026   11:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandara Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Rohilat Efrîn, berdevka YPJ’ê Roksan Mihemed û endama Meclisa Leşkerî Destîna Heleb, pêşwaziya endamên Tîma Hîlal a futbolê ya jinan kir.

Di serdana li navenda YPJ’ê de pirsgirêkên dawîn ên girêdayî meşa tîmê û lîstikvanan nîqaş kirin. Di hevdîtinê de fermandarên YPJ’ê piştgiriya xwe ya tam ji bo Tîma Hîlalê nîşan da.

Lîstikvanan jî ji bo piştgiriya wan a ji bo dozên jinan û Tîma Hîlalê, spasiya YPJ’ê kir.