Tengava Hurmuzê di navenda nakokiyan de û Pekîn qaîdeyên nû saz dike

Li gorî çavdêran, krîza Tengava Hurmuzê mijara azadiya navîgasyonê dîsa xistiye rojeva aloziyên navneteweyî û fikar hene ku pevçûna di navbera Îran û hêzên rojavayî de dijwar bibe.  Tevgerên dawîn ên DYA-Çînê jî guhertinên bilez di hevsengiya hêzê ya cîhanê de aşkera dikin.

Tengava Hurmuzê di navenda nakokiyan de û Pekîn qaîdeyên nû saz dike
23 gulan, 2026   11:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî di rojevên xwe yên vê sibehê de cih da nîqaşên li ser azadiya navîgasyonê li Tengava Hurmuzê, guhertinên bilez ên di têkiliyên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA)-Çînê de, her wiha şîroveyên li ser ji nû ve sazkirina qaîdeyên hevsengiya hêzên mezin.

'TENGAVA HURMUZÊ DI NAVENDA NAKOKIYÊN NAVNETEWEYÎ DE YE'

Rojnameya El Beyan ku der barê Tengava Hurmuzê de nivîsî, diyar kir ku şerê dawîn ê di navbera DYA-Îsraîlê û Îranê de mijara rêyên deryayî dîsa xistiye rojeva nakokiyên navneteweyî, nemaze piştî ku Îranê Hurmuzê girt û li ser keştiyên derbas dibin xerc ferz kir.

 Rojnameyê destnîşan kir ku tevî ku qanûnên navneteweyî Tengava Hurmuzê wek rêyeke avê ya navneteweyî dihesibînin ku derbasbûnê garantî dikin, lê Tehran tengav wek kaxezeke siyasî ya muzakereyan bi kar tîne.

Rojnameyê îşaret pê kir ku girtina tengavê zirareke berfireh daye welatên Kendavê û welatên ku enerjiyê îthal dikin û bi bîr xist ku bi qasî ji sedî 20’ê bazirganiya petrol û gazê ya cîhanê di tengavê re derbas dibe.

Rojnameyê girtina Humruzê ji aliyê Îranê ve wek "dijberiyeke rasterast li dijî qanûnên navneteweyî û pergala aborî ya global" bi nav kir.

ZEXTÊN NAVNETEWEYÎ Û TEVGERÊN DYA'YÊ

Rojnameyê diyar kir ku tevgerên Îranê bûne sedem ku hêzên navneteweyî, bi taybet Ewropa û DYA mekanîzmayên parastina navîgasyona deryayî ji nû ve binirxînin. Her wiha behsa îhtîmala bikaranîna hêzê ji bo vekirina Tengava Hurmuzê tê kirin, eger girtina wê berdewam bike.

Rojnameyê her wiha îşaret pê kir ku DYA'yê ne tenê bi rêya cezayên leşkerî, di heman demê de bi rêya dorpêça deryayî û tevgerên dîplomatîk zextên xwe li ser Îranê zêde dike.

Rojnameyê nêzîkbûna DYA'yê ya bi Çînê re di dosyaya enerjiyê de wek mînekeke vê zextê diyar kir.

Li gorî rojnameyê Washingtonê hewl daye bi zêdekirina îxracata petrola amerîkî bo Çînê, ji bo petrola Îranê tezmînatê bide Pekînê. Rojnameyê diyar kir ku ev gaveke asta têkiliya di navbera krîza ewlehiyê ya li Kendavê û bazarên enerjiyê yên cîhanê de nîşan dide.

‘PEKÎN QAÎDEYÊN NÛ SAZ DIKE’

Rojnameya El Xelîc jî guhertinên di têkiliyên DYA û Çînê de piştî serdana serokê DYA’yê Donald Trump ya li Pekînê nirxand. Rojnameyê serdan wek "qaîdeyên nû yên lîstikê di pergala navneteweyî de" pênase kir. Hate destnîşankirin ku gotina Turmp a "her du hêzên mezin dê xwedî siberojeke super bin, mikurhatineke amerîkî ye ku kêmbûna yekalîbûnê û bilindbûna Çînê wek hêzeke mezin" nîşan dide.

Rojnameyê da zanîn ku serokê Çînê Xi Jinping serdan bi kar anî da ku helwesta welatê xwe ya hevkariyê, ne pevçûnê ji nû ve piştrast bike, lê di heman demê de xetên sor ên zelal, bi taybet ên der barê mijara Taywanê de danîn, her wiha hişyarî da ku her piştgiriyeke DYA'yê ji bo serxwebûna giravê dikare bibe sedema pevçûneke xeternak di navbera her du welatan de.

Rojnameyê her wiha bal kişand serdana serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn a li Çînê ku çend roj beriya serdana Trump pêk hatibû û ev nirxandin kir: "Gavên dawîn ên Çînê, di nav de pêşwazîkirina serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn, meyleke ber bi xurtkirina hevkariya stratejîk a di navbera Moskov û Pekînê de li hember hewldanên DYA’yê yên ji bo hegemonyayê nîşan didin."

Li gorî rojnameyê, Çîn û Rûsya têgeha "pirqutbî" wek alternatîfeke ji bo pergala navneteweyî ya yekqutbî xurt bikin. Di heman demê de Pekîn hewl dide xwe wek "hêzeke ji bo aştiyê" nîşan bide ku aramiya navneteweyî û hevsengiyên aborî diparêze.

Rojnameyê bal kişand ser ser helwesta Çînê ya li hember Îranê jî û destnîşan kir ku helwesta Çînê ya li ser Îranê nîşan dide ku Pekîn parastina berjewendiyên xwe yên aborî û ewlehiya enerjiyê dike, di heman demê de her astengiyeke dirêj a li ser navîgasyonê li Tengava Hurmuzê red dike.

(bb)