10 hezar û 516 daxwaznameyên welatîbûnê hatin wergirtin

Li gorî Wezareta Karên Hundir a hikumeta demkî ya Sûriyeyê, 10 hezar û 516 Kurdan ji bo mafê welatîbûnê serlêdan kiriye.

10 hezar û 516 daxwaznameyên welatîbûnê hatin wergirtin
23 gulan, 2026   11:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Karên Hundir a hikumeta demkî ya Sûriyeyê li ser malpera xwe ragihand ku komîteyên ku serlêdanên welatîbûnê ji welatiyên Kurd ên "mektûm" werdigirin, 2 hezar û 892 serlêdanên malbatî anku 10 hezar 516 kes pêşwazî kirine.

Li gorî wezaretê, li parêzgeha Hesekê 2 hezar û 772 daxwazname, li Helebê 75 û li Şamê jî 32 daxwazname hatine wergirtin. Daxwaznameyên din di navbera parêzgehan Reqa û Dêrazorê de hatine belavkirin.

16`ê Çileya sala 2026`an serokê hikumeta demkî ya Sûriyeyê Ehmed El Şera Biryarnameya 13'an a sala 2016`an derxist. Di biryarnameyê de mafê welatîbûnê ji bo Kurdên ku biyanî dihatin naskirin, hat dayîn.

(bb)