Tevgerên pêkanîna lihevkirinekê der barê Xezayê de bû rojeva rojnameyên erebî

Rojnameyên erebî di hejmara xwe ya îro de, têkildarî rewşa hundirîn a Tirkiyeyê, rewşa Xezayê û tevgerên erebî û navneteweyî der barê wê de, nivisîn.

Tevgerên pêkanîna lihevkirinekê der barê Xezayê de bû rojeva rojnameyên erebî
11 mijdar, 2023   10:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El Ereb der barê rewşa Tirkiyeyê de nûçeyek parve kir. Di nûçeyê de hate destnîşankirin ku serokkomarê Tirk ji kirîza dadwerî ya ku derketiya sûd werdigire, ji bo ku pêşniyara xwe ya berê ya nivîsandina destûreke nû dubare bike. Pêşniyara li gorî pîvana AKP`ê, gelek metirsî û gengeşî derxist. Desthilata AKP`ê dixwaze bi vê pêşniyarê, desthilata Erdogan ji berê pirtir xurt bike.

KOORDÎNEYÊN TÊKILDARÎ LIHEVKIRINA DI NAVBERA HEMAS Û ÎSRAÎLÊ DE BILEZ DIBIN

Rojnameya Şerq El Ewsat cih da geşedanên dawîn ên li Xezayê. Di nûçeya xwe de rojnameyê destnîşan kir ku ji bo pêkanîna agirbesteke mirovî di navbera Îsraîl û Hemasê de, tevgerên siyasî û koordîneyên ewlehiyê zêde dibin.

Rojnameyê diyar kir ku gelek dewletên erebî bi koordîneya Amerîkayê, hewl didin navbeynkariyê bi ser bixin. Piştî zêdebûna rexneyan li ser Rêveberiya Amerîkayê û Koşka Spî der barê mijulbûna wê bi rewşa Xezayê re, DYA dixwaze di pratîkê de destkeftiyekê bi dest bixe da ku li Amerîkayê reklama wê bike. 

JI BER NAKOKIYAN LÛTKEYÊN RIYADÊ BI HER VE LI DAR KEVIN

Rojnameya El Ereb behsa lûtkeyên dê li Riyadê li darkevin kir. Di nûçeyê de hat diyarkirin ku wê lûtkeya erebî û ya Îslamî bi hev re lidar kevin. Rojnameyê da zanîn, ji ber nakokiyên dewletên ereb li ser pêşnûmeyên lûtkeya erebî ku dihat payîn li derkatiba, wê lûtkeyeke hevbeş bê lidarxistin.

Her wiha rojnameyê destnîşan kir ku ji ber ku dewletên ereb li ser girtina biryarên girîng li dijî Îsraîlê li hev nekirin, wê lûtkeyeke hevbeş li dar keve. Dewletên xwedî biryar di Komkara Erebî de, rê nedan ku tedbîrên cidî li dijî Îsraîlê bên girtin. Berovajî wê, van dewletan ji bo guherandina tedbîrên cidî bi bendên bêhêvî, fişar kir.

(şx)