Tevgera Nûceba: Agirbesta bi DYA’yê re bi dawî bû

Tevgear Nûceba ya Iraqê ragihand ku muhleta agirbestê ya ku dabû DYA’yê, bi dawî bûye.

Tevgera Nûceba: Agirbesta bi DYA’yê re bi dawî bû
30 tîrmeh, 2024   11:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Endamê Tevgera Nûceba ya Iraqê Mihdî El Kabî ji çapemeniya erebî re got agirbesta Tevgera Muqawema Îslamiya ya li hember hêzên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) bi dawî bûye.

Tevgera Nûceba jî di bin sîwana hêzên Heşdî Şabî de ye û ji ber şerê Îsraîl û Hemasê, 8’ê Cotmeha 2023’yan operasyonên leşkerî li dijî hêzên DYA’yê yên li Iraqê dabû destpêkirin. Tevgera Nûceba DYA’yê wek hevkara artêşa Îsraîlê dibîne  gotibû "Heta şer li Xezayê dewam bike dê operasyonên xwe bidomîne."

Tevgerê di Sibata îsal de operasyonên xwe yên li dijî hêzên DYA’yê yên li Iraqê rawestandibûn. Sekreterê giştî yê tevgerê Ekrem El Kabî rawestandina operasyonên li baregehên hêzên DYA’yê wek "aramiya beriya bahozê" wesifandibû.

(bb)