Parêzeran ji bo çûna Îmraliyê serlêdan kirin

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re serlêdan kirin.

Parêzeran ji bo çûna Îmraliyê serlêdan kirin
30 tîrmeh, 2024   12:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Parêzerên Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê Raziye Ozturk, Rezan Sarica, Faîk Ozgur Erol û Mazlum Dînç ji bo hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan. Di heman demê de parêzeran ji bo hevdîtina bi girtiyên din ên li Îmraliyê tên ragirtin Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş jî serî li serdozgerî û midûriyeta girtîgehê dan.

HEVDÎTIN TÊN ASTENGKIRIN

Mafê hevdîtinê yê Abdullah Ocalan û her sê girtiyên din ên bi malbat û parêzeran re bi hincetên “cezayên disiplînê” tên astengkirin. Serdozgeriya Komara Înfaza Bûrsayê bi periyodên 6 mehan carekî hevtinan bi hinceta "cezayên disiplînê" asteng dike

QEDEXEYÊN HEVDÎTINÊ YÊN BÊNAVBER

Piştî hewldana darbeya Tîrmeha 2016'an Rewşa Awarte hate îlankirin û qedexeyên hevdîtinê heya sibata 2018'an dom kirin. Piştî vê dirokê daxwazên hevdîtinê yên parêzeran 6 mehan carekî hatin qedexekirin.

Herî dawî Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê di 3'yê gulana 2024'an de derbarê Rêber Abdullah Ocalan û girtiyên di Girtîgeha Îmraliyê tên ragirtin de biryara qedexekirina hevdîtina bi parêzeran a 6 mehan da.

Li gel biryara dawî derbarê Ocalan de di 8 salên dawî de de herî kêm 13 caran ji bo 6 mehan biryara qedexekirina hevdîtina bi parêzaran re hate dayîn.