Rojnameyên erebî: Da ku rê li ber derbeyeke li dijî Lubnanê bê girtin hewldan zêde bûne

Rojnameyên erebî vê sibê di weşanên xwe de cih da metirsiyên gurbûna şer li Lubnanê piştî komkujiya Mecdel Şems û rawestandina Hûsiyan a êrişên xwe.

Rojnameyên erebî: Da ku rê li ber derbeyeke li dijî Lubnanê bê girtin hewldan zêde bûne
30 tîrmeh, 2024   11:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El Nehar bi nûçeyeke bi sernavê "Fişarên navneteweyî yên berfireh ji bo rêgirtina li pêşiya derbeyê li Lubnanê" bal kişand ser mijulbûna civata navneteweyî bi rewşa li Lubnanê re.

Di nûçeyê de hate diyarkirin ku ji bo ku rê li pêşiya derbeyeke muhtemel a Îsraîlê ya li dijî Lubnanê bê girtin, hewldanên dîplomatîk, bi taybet ji aliyê Amerîkayê ve, zêde bûne.

Di nûçeyê de îşaret bi peywendiyên dîplomatîk û daxuyaniyên balyoz û şîrketên balafirvaniyê hate kirin û hate destnîşankirin ku ev faktoreke din a fişarê ye da ku şerekî berfireh li Lubnanê rû nede û hewldanên çareseriyê dest pê bikin da ku eniya başûrê Lubnanê aram bibe.

Rojnameya El Beyan a Îmaratê jî da zanîn ku tecrubeya Xezayê aşkera kir ku hewldanên artêşa Îsraîlê ku rêveberên Hemasê tune bike û dîlgirtiyan di nava 6 hefteyan rizgar bike, bi bin ketine. Rojnameyê da xuyakirin ku Hizbullah ne wekî Hemasê ye. Ji ber ku şiyanên leşkerî yên Hizbullahê du qatî Hemasê ne, êriş an jî şer ne sînordar e wekî li Xezayê, lê di aliyê bejahî, deryayî û hewayî de vekirî ye, her wiha li cem Hizbullahê qadeke berfireh a stratejîk ji Bîqaê heta Sûriyeyê û ji Dahiye heta Terablusê heye.

Sedema sêyemîn, li gorî rojnameyê ew e ku hêzên şirîkên Hizbullahê li Sûriye, Iraq û Yemenê, heke Îsraîl dest bi êrişeke giştî bike, ev hêz bê deng namînin. Rojnameyê diyar kir ku Îran nahêle Hizbullah bê tunekirin lê dê her tiştî bike ji bo ku wê biparêze.

‘ÇIMA HÛSIYAN ÊRIŞÊN LI DERYAYA SOR RAWESTANDIN?’

Der barê rojeva Yemenê de rojnameya El Ereb nûçeyek parve kir. Di nûçeyê de hate diyarkirin ku Hûsiyan piştî êrişa Îsraîlê ya li dijî bendera Hudeydeyê, êrişên xwe rawestandin û jê tê fêmkirin ku Hûsî naxwazin destkeftiyên bi dest xistine di demeke kurt de ji dest bidin û dixwazin tawîzên din ji hikumetê bi dest bixin, nemaze ku behsa peymanekê ji bo ji nû ve hinartina petrola Yemenê tê kirin û li gorî wê peymanê Hûsî dê pareke mezin ji qezencên wê bi dest bixin, ji ber wê jî êrişên xwe rawestandine.

(şx)