‘Têkoşîna jinan têkoşîna mirovahiyê ya li dijî koletiyê ye’

Jinên beşdarî şêwirên xwendina parêznameyên Rêber Abdullah Ocalan bûne, diyar kir ku têkoşîna jinan ne tenê doza jinan e, her wiha têkoşîna mirovahiyê ya li dijî her cure koletiyê ye.

‘Têkoşîna jinan têkoşîna mirovahiyê ya li dijî koletiyê ye’
‘Têkoşîna jinan têkoşîna mirovahiyê ya li dijî koletiyê ye’
‘Têkoşîna jinan têkoşîna mirovahiyê ya li dijî koletiyê ye’
‘Têkoşîna jinan têkoşîna mirovahiyê ya li dijî koletiyê ye’
‘Têkoşîna jinan têkoşîna mirovahiyê ya li dijî koletiyê ye’
‘Têkoşîna jinan têkoşîna mirovahiyê ya li dijî koletiyê ye’
‘Têkoşîna jinan têkoşîna mirovahiyê ya li dijî koletiyê ye’
23 nîsan, 2025   03:06
REQA
DÎMA MIHEMED

Bi armanca bilindkirina zanebûna jinan û pêşxistina ramana wan ya siyasî û civakî, Kombûna Jinên Zenûbiya li kantona Reqayê, ji bo xwendina parêznameya Rêber Abdullah Ocalan a ‘Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk - Pirsgirêka Kurd û Çareseriya Civaka Demokratîk’ bi tevlêbûna 18 jinan şêwira xwendinê li dar xist.

Şêwir veguherî qada gotûbêjên li ser koka sîstema baviksalar û rêyên azadiya jinan, her wiha têkiliya kûr a di navbera azadî û avakirina civakek demokratîk de.

Der barê mijarê de endama Komîteya Perwerdeyê ya Kombûna Jinan a Zenûbiya Nûr El Huda got: "Bandora ramanên Rêber Abdullah Ocalan li ser jinên Ereb gelekî kûr bû. Rêbertî nêrîneke nû ya azadiyê ku dûrî qalibên hin kevneşopiyên paşverû yên li ser wan hatibûn ferzkirin, pêşkêş kir û deriyên rêxistinbûyîn û têkoşînê ji me re vekir. "

Nûr El Huda wiha dewam kir: "Xwendina pirtûkê nêrîna min li ser xwe weke jin guhert, ez tê gihiştim ku zihniyeta mêr a ku me normal dihesiband, di rastiyê de çandeke bi hezaran salan li ser me hatiye ferzkirin e. Ez fêr bûm ku azadî ji hundir dest pê dike, bi têgihiştina me ya ji xwe re dest pê dike. "

Nûr El Huda diyar kir ku armanca xwendina vê pirtûkê kûrkirina têgihîştina têkiliya bingehîn a di navbera jin û azadiyê de ye û destnîşan kir ku azadiya jinan bingeha avakirina civakek azad û demokratîk e.

Endama Meclisa Jinan a Zenûbiya Nedîma Mihemed da zanîn ku ramana Rêber Abdullah Ocalan mafên xwezayî yên azadî û hişyariyê daye jinên Ereb û aliyên girîng ên jiyana rojane ya jinan ronî dike. Jin bi salan ji ber pergala kevneşopî û serdestiya mêran hatibû windakirin.

Her wiha diyar kir ku di xwendina van pirtûkan de tê xuyakirin ku Rêber Abdullah Ocalan çawa li dijî koletiya kapîtalîst û serdestiya rejîmên otorîter têdikoşiyaye û her tim ji bo jinan doza dadmendiyê kiriye, banga biratiya gelan û şikandina zincîrên koletiyê kiriye.

Endama Komîteya Perwerdeyê Nûr El Şiêb diyar kir ku ramana Rêber Abdullah Ocalan bandoreke mezin li ser hişmendiya jinên Ereb kiriye, têgîneke nû ya azadiyê pêşkêş dike, dûrî qalibên hin kevneşopiyên paşverû yên li ser wan hatibûn ferzkirin, pêşkêş kir û deriyên rêxistinbûyîn û têkoşînê ji me re vekir.

Her wiha got: "Nêrîna min ên der barê min de weke jinekê hatin guhertin. Berê min digot qey hişmendiya mêr tiştekî normal e, lê di rastiyê de, ev tenê ferzkirineke çandî ye ku di dirêjahiya dîrokê de li ser me hatiye ferzkirin. Ez fêr bûm ku xwenaskirin mifteya azadiya rasteqîn e. "

(k)

ANHA