Operasyona li Holê rihetî da koçberan
Jinên koçber ên li kampa Holê ji ber operasyona ewlehiyê memnûniyeta xwe anî ziman û diyar kir ku operasyonên wiha çalakiyên jinên DAIŞ’î yên xwedî fikrên tundraw kêm dike.
Li kampa Holê operasyona ewlehiyê ya ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve, bi desteka QSD û YPJ’ê li dijî şaneyên DAIŞ’ê hatiye destpêkirin, di roja xwe ya 6’an de dewam dike.
Niştecihên li kampê der barê girîngiya operasyona ewlehiyê de nêrînên xwe anîn ziman.
Jina bi navê Efaf Xêr El Elî ji Dêrazorê ye, ji çend salan ve li kampê dimîne. Efafê got: "Ji ber operasyonên kontrolkirinê, em demeke dirêj li derveyî çadiran dimînin, ev tişt bi taybetî ji bo zarokan û kesên bitemen zehmet e. Li aliyekî din ev operasyon ewlehiya li hundirê kampê pêk tîne, nemaze piştî ku sûcên qetilkirinê û fikrên tundraw em ditirsandin."
Efaf Xêr El Elî destnîşan kir ku ew ji ber jinên tundraw di tirsê de ne û da zanîn: "Jinên tundraw çi kesên ku li dijî fikrên çeteyên DAIŞ’ê bin, êrişî wan dikin an jî gefan li wan dixwin. Piştî operasyonê ev tirs kêm bûye."
Efaf di dawiya axaftina xwe de got: "Em bi tirs radizan, lê niha em aramiyê hîs dikin. Em hêvî dikin ku di demeke nêz de vegerin warê xwe Dêrazorê."
Fatima Mihemed ji gundê Mehkan ê kantona Dêrazorê ye lê li kampa Holê dimîne, têkildarî mijarê diyar kir ku operasyonên ewlehiyê girîng in, lê di dema kontrolkirinê de ji bo kesên nexwe û jinan ku di rêzê de li bende dimînin, tedbîrên baştir hewce dikin.
Fatima Mihemed ji ber keda wan a di operasyonê de spasiya hêzên ewlekariyê kir.
Koçbera bi navê Ebîr Hisên ji bajarê Reqayê da zanîn ku operasyonên ewlehiyê hişt ku tevgera jinên tundraw li kampê kêm bibe û got: "Em di bin gafa jinên xwedî fikirên DAIŞ’î de nebû, ku jin qetil kirin û zarokan li ser tundrawiyê mezin dikin. Ev operasyon çalakiyên jinên tundarw bi awayekî mezin kêm kir."
Koçberên li kampê, dixwazin bi grantiyên qanûnî û ewlehî û bê astengî ji aliyê desthilatên li herêmê wan, vegerin warên xwe.
Kampa Holê kampeke herî xeternak a cîhanê ye. Li kampa Holê ji sala 2021’an ve 5 operasyonên ewlehiyê hatine lidarxistin.
(bb)
ANHA