Têkoşerê doza xwe: Salih Muslim

Rêwî û têkoşerê doza xwe ya Kurdî, Endamê Desteya Hevserokatiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) şehîd Salih Muslim di temenê 75 saliyê de li nexweşxaneyeke bajarê Hewlêrê yê Başûrê kurdistanê ji ber nexweşiyeke giran jiyana xwe ji dest da, wê cenazeya wî derbasî Rojava bê kirin. Di oxira doza Kurdî de şehîd Salih Muslim têkoşîn û kedekî mezin daye.

Têkoşerê doza xwe: Salih Muslim
11 adar, 2026   22:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Vê êvarê Endamê Desteya Serokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) şehîd Salih Muslim ji ber nexweşiyeke giran ku li nexweşxaneyeke bajarê Hewlêrê yê Başûrê Kurdistanê dihat dermankirin, şehîd bû. Wê cenazeyê wê derbasî Rojavayê Kurdistanê bê kirin. 

Salih Muslim ji gundê Şêran ê Kobanê ye, 1951’ê de ji dayik bûye, ji malbateke welatparêz e, Muslim endazyarekî kîmyewî ye, di 1977’an de ji zanîngeha Stenbolê ya teknîkî derçû û wek endazyarekî kîmyewî di salên 1980’î de li Erebistana Siûdî kar kir.

Ji salên 1970’î ve tev li tevgera siyasî dibe. Ji damezrînerên PYD’ê ye û gelek erk di nava patiyê de girtin. Di di 2010’an de dibe serokê wê an ku beriya sîstema hevserokatiyê di partiyê de were avakirin.

Di 2012’yan de ji bo hevserokatiya PYD’ê tê hilbijartin û di 2015’an de jî careke din dibe hevserokê partiyê.

Piştî aloziya Sûriyê, Salih Muslim dibe cîgirê Desteya Hevrêziya Niştîmanî (Heyet El-Tensîq) beriya ku partî jê vekişe. Her wiha erkê endamtiya Nivîsgeha Siyasî ya Kombûna Niştimanî ya Demokratîk tîne.

Di 2013’yan, 2014’an û 2015’an de erka diyalog û danûstandinê li ser navê Rêveberiya Xweser bi Wezareta Karên Derve ya Tirkiyê re werdigire.

Li ser asta Kurdistanî jî, Salih Muslim erka endametiya Desteya Kurd a Bilind digre, her wiha yek ji endamên şandeya TEV-DEM’ê di peymana Dihokê ya bi ENKS’ê û peymana Hewlêrê bû. Endamê KNK’ê ye û ji endamên pêkanîna diyalogê kurdî-kurdî bi navê PYD’ê bi ENKS’ê re bû.

Şaxên ewlehiyê yên hikumeta Şamê gelek caran Salih Muslim girt. Yekemîn car di 2004’an de bû ku 4 mehan di girtîgehê de ma û îşkence lê hat kirin. Di 2006’an de li Helebê dîsa hat girtin û meh û nîvekê ragirtî ma.

Di 2018’an de ji hêla rejîma dewleta Tirk û dewleta Çekê ve komployeke li dijî Salih Muslim li paytexta Çekê Pragê hate kirin û hewl dan wê bigirin. Piştî hefteyekê hate ragirtin, hate berdan. Ew yek jî hemwextî êrişa dewleta Tirk a dagirker li ser kantona Efrînê bû.

Di 18 û 19'ê Hezîranê (2022) de bi beşdariya 700 delegeyî 9. Kongreya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) pêk hat. Di wê kongreyê de Asya Ebdullah û Salih Muslim li şûna Eyşe Hiso û Enwer Muslim bûn hevserokên nû yên Meclisa Giştî ya PYD'ê.

(fr/h)