Xwepêşandanên li Siwêdayê: Destpêkê erd û revandî

Xelkê Siwêdayê, tevî koçberan di xwepêşaneke hefteyê de daxwaza vegera koçberan, serbestberdana revandiyan û derketina hêzên hikumeta veguhêz ji gundewarên wê kirin.

8 mijdar, 2025   14:23
SIWÊDA

Bi sedan şêniyên Siwêdayê li Qada Kerema ya naverasta bajar li dijî hebûna hêzên hikumeta veguhêz a li gundewarên herêmê xwepêşandan li dar xist.

Xwepêşandêran daxwaza mafên vegera li warê xwe kir û derketina hêzên hikumeta veguhêz ji herêmên wan, bi taybetî yên li gundewarên başûr û rojavayê Siwêdayê kir. Her wiha banga diyarkirina aqûbeta revandiyan û serbestberdana wan kir.

Xwepêşandêran pankartên "Destpêkê erd û revandî", "Em beşeke Cebel Paşan e", "Mafê me yê diyarkirina çarenûsê heye", "Vegera li gundên me dê teqez pêk were" vekirin. Her wiha dirûşmên silavkirina hêzên parêzvanên Siwêdayê berz kirin.

Ji Tîrmehê ve gundên li rojava yên Siwêdayî di bin kontrola hêzên hikumeta veguhêz û komên çekdar ên girêdayî wê de ne. Hêzên navborî ambargoyeke giran li ser bajar û gundewarên Siwêdayê ferz kiriye, rê nadin madeyên sereke wekî xwarin, derman û sotemenî derbasî herêmê bibin. Tenê alîkariyên ku rêxistinên navneteweyî wekî Bernameya Xurekê ya Cîhanê û Xaça Sor a Navneteweyî derbas dibin.

Ji Tîrmehê ve her şemiyê li Siwêdayê xwepêşandan tên lidarxistin.

(bb)