Tê gotin Hizbullah piranî bendên agirbestê pejirandine

Dezgehên çapemeniyê aşkera kir ku Hizbullah û aliyê Lubnanê piranî bendên pêşnûmeya agirbesta bi Îsraîlê re pejirandin.

Tê gotin Hizbullah piranî bendên agirbestê pejirandine
18 mijdar, 2024   19:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Tora El Hura li gorî çavkaniyên şopîner diyar kir ku Hizbullah piranî bendên pêşnûmeya agirbesta bi Îsraîlê re qebûl kiriye û nêrînên xwe li ser hin bendan anî ziman. Balyoza Amerîkayê Lisa Johnson pêşnûme pêşkêşî serokê Meclisa Nûneran Nebîh Berî kir.

Çavkaniyan ji El Hura destnîşan kir ku Hizbullah û lubnanê komîteya ku were avakirin jî bi beşdariya Amerîka-Fransayê be, mîna di agirbesta 1996ˋan de pêk hatibû.

Li gorî vê lihevkirinê her du aliyan li hev kir ku êrişên derveyî sînor ên li dijî armancên sivîl werin bidawîkirin û gundên sivîlan ji bo pêkanîna êrişan neyên bikaranîn.

(fr)