Jinên li Hesekê li dijî şîdetê meşiyan

Bi boneya çalakiyên têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan, jinên li bajarê Hesekê li dijî şîdetê meşiyan.

Jinên li Hesekê li dijî şîdetê meşiyan
Jinên li Hesekê li dijî şîdetê meşiyan
Jinên li Hesekê li dijî şîdetê meşiyan
Jinên li Hesekê li dijî şîdetê meşiyan
Jinên li Hesekê li dijî şîdetê meşiyan
Jinên li Hesekê li dijî şîdetê meşiyan
Jinên li Hesekê li dijî şîdetê meşiyan
Jinên li Hesekê li dijî şîdetê meşiyan
Jinên li Hesekê li dijî şîdetê meşiyan
18 mijdar, 2024   21:10
HESEKÊ

Yekitiya Jinên Ciwan a bajarê Hesekê yê kantona Cizîrê bi meşekê şîdeta li ser jinan şermezar kir.

Di meşê de pankartên "na ji tundiya li dijî jinan re", "Tundiya li dijî jinan tundiya li dijî mirovahiyê ye" û"Ji bo têkbirina tundî û dagirkeriyê tê bikoşe" û wêneyên Rêber Abdullah Ocalan û şehîd Ronahî Amanos hatin hildan.

Beşdaran di dirêjahiya meşê de siloganên"Bijî berxwedana Îmraliyê", "Bê Serokê Jiyan Nabe" û"Jin, Jiyan, Azadî" hatin berzkirin.

Şênî li tevahî kolanên bajêr geriyan. Meş bi axaftinekê bi dawî bû û hat gotin divê bi hemû şêweyan li dijî tundiyê têkoşîn bê meşandin û dengê jinan bigihîne tevahî cîhanê û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan asta têkoşînê were bilindkirin.

Di dawiyê de lîstikvanên werzîşa karatê lîstikek pêşkêş kir.

(mh/fr)

ANHA