Talebanî: Armanckirina Pêşmergeyan binpêkirina serweriya xaka Herêm û Iraqê ye

Bafil Talebanî ragihan ku armanckirina Pêşmergeyan binpêkirina serweriya xaka Herêma Kurdistanê û Iraqê ye û daxwaz ji civaka navneteweyî û Hikûmeta Iraqê kir ku pêşiya êrişên wiha bigirin.

Talebanî: Armanckirina Pêşmergeyan binpêkirina serweriya xaka Herêm û Iraqê ye
24 adar, 2026   19:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Yekîtiya Niştîmanî Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî têkildarî êrişa li ser hêzên Pêşmerge ya li sînorê Xelîfan ya ser bi parêzgeha Hewlêrê ku 6 Pêşmerge şehîd û zêdetirî 30 Pêşmerge jî birîndar bûbûn, li ser hesabê xwe Facebookê peyamek belav kir.

Talebanî êrişa ku têde pêşmerge şehîd û birîndar bûne bi tundî şermezar kir û sersaxî li kesûkar, malbat û hevalên şehîdan dikîn û şifaya xêrê ji bo birîndaran xwest.

Di dewamê de Talebanî got: “Armanckirina hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê binpêkirina serweriya xaka Iraq û Herêma Kurdistanê ye û vê êrişê şermezar dikim. Daxwaz ji Hikûmeta Iraqê, civaka navneteweyî dikin ku bikevin nava hewldanan ji bo pêşîgirtina dubarenebûna her cûre êrişeke wiha.”

Talebanî destnîşan kir ku ti deme Herêma Kurdistanê ne bûye parçeyek ji vî şerî û wiha domand: “Tim ketiye nava xebatên dîplomasî ji bo dîtina çareseriyeke aştiyane bi rêya gotûbêj ji bo aramî li herêmê pêk were.”