Pêşniyarên Amarîkayê li Îranê tên gotûbêjkirin

Berpirsekî payebilind di Wezareta Derve ya Îranê de eşkere kir ku welatê wî bi rêya navbeynkaran pêşniyarên Amerîka wergirtne niha ji bo danûstandinên di navbera Washington û Tehranê de tên gotûbêjkirin.

Pêşniyarên Amarîkayê li Îranê tên gotûbêjkirin
24 adar, 2026   19:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî ku berpirsekî payebilind ê Wezareta Derve ya Îranê ji CBS News re eşkere kir ku welatê wî pêşniyarên Amerîkî bi rêya navbeynkaran wergirtiye ku niha têne gotûbêj kirin.

Çev lê ye ku di danûstandin di navbera Washington û Tehranê de were kirin. Ev yek piştî ku Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku her du aliyan di du rojên borî de "danûstandinên baş û berhemdar" li ser "çareseriyek berfireh ji bo dijminatiyên li Rojhilata Navîn" kirine, tê.

Her çiqas rayedarên Pakistanî pêşniyar kirin ku vê hefteyê li Îslamabadê hevdîtinek rasterast di navbera her du aliyan de were lidarxistin jî, çavkaniyên Îsraîlî îhtîmala ku Îran di her gera nû ya danûstandinan de daxwazên Amerîkî qebûl bike, red kirin.

(ac)

ANHA