SOHR: Li ’Herêma Bêçek’ 49 kes hatin kuştin

Li gundewarê Idlibê di êrişeke suîqastê ya çeteyên dewleta Tirk a dagirker de leşkerekî hikumeta  Şamê hat kuştin. Li gorî daneyên SOHR’ê, ji destpêka Adara îsal ve 49 kes li "Herêma Bêçek" hatine kuştin.

SOHR: Li ’Herêma Bêçek’ 49 kes hatin kuştin
25 adar, 2024   16:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî SOHR, çeteyên ’El Fetih El Mubîn’ li gundê Kersa yê Cebel El Zawiyê yê başûrê Idlibê êrişeke suîqastê li dijî hêzên hikumeta Şamê pêk anî. SOHR’ê diyar kir ku di êrişê de leşkerkî Şamê hat kuştin. 

Hate ragihandin ku çeteyên koma ’El Fetih El Mubîn’ bi moşekan devera Eyn Îsa ya bakurê Laziqiyê topbaran kir.

Li gorî daneyên SOHR, ji destpêka vê Adara îsal ve, di 37 êrişên li ’Herêma Bêçek’ de 49 kes hatin kuştin. Ji destpêka îsal ve di 121 êrişan de 130 kes hatin kuştin û zêdekirî 56 kes birîndar nûne.

(bb)