Şofêran ji ber rêya xirab, rê li trafîkê girtin

Şofêrên wesayîtên barhilgir dijî rêya xirab bûyî rê li trafîkê girtin û bang li aliyên peywendîdar kirin ku daxwazên wan pêk bînin.

Şofêran ji ber rêya xirab, rê li trafîkê girtin
15 gulan, 2024   13:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Silêmaniyê şofêrên wesayîtên barghilgir rêya Silêmanî-Tesluce li trafîkê girtin. Şofêran di çalakiya xwe de diyarkirin ku sedema çalakiya wan, rêya xirab ya Tesluce û Silêmaniyê ye.

Şofêr dibêjin, pêwîste aliyên peywendîdar daxwazên wan bicih bînin.