Tevgerên Îsraîlê li gundewarên Quneytrayê zêde dibin

Hêzên Îsraîlê li gundewarên navîn ên Quneytrayê 3 rê girtin, tank û wesayît belav kirin, çadir li nêzî Til Kirûmê danîn.

Tevgerên Îsraîlê li gundewarên Quneytrayê zêde dibin
8 cotmeh, 2026   17:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Îsraîlê li gundewarên navîn ên Quneytrayê 3 rêyên sereke li ber şêniyan girtin, wesayîtên xwe bi cih kirin û li derdora Til Kirûmê çadir danîn.

Li gorî agahiyan, leşkerên Îsraîlê rêya bajarokê Ceba û gundê Um Batîna, rêya Til Kirûmê û Semedaniye û rêyek din girtin. Her wiha wesayîtên xwe yên leşkerî li derdora Til Kirûmê bi cih kirin û balafirên wê yên bêmirov li ser herêmê geriyan.

Hate zanîn ku li ser rêya Ceba û Um Batînayê tankek û panzêrek ên Îsraîlê hatin dîtin.

Di nava rojê de leşkerên Îsraîlê li gundewarê Quneytrayê gule li şivanan reşandin.

SOHR‘ê îro ragihandibû ku tevgereke Îsraîlê li derdora Til Kirûmê hate dîtin û ku beşek jê ber bi bajarokê Cebayê ve çû. SOHR‘ê diyar kiribû  ku 3 wesayît li nêzî malên li taxa rojavayê bajarokê hatin bicihkirin.

(bb)