Şirûq Ebû Zêdan: Jin dikarin bi hêza xwe Sûriyeya nû ava bikin

Parêzer Şirûq Ebû Zêdan bang li jinên Sûriyeyê kir ku têkoşîna xwe ya ji bo edalet û wekheviyê bidomînin û deskeftiyên xwe biparêzin.

Şirûq Ebû Zêdan: Jin dikarin bi hêza xwe Sûriyeya nû ava bikin
8 adar, 2026   06:45
NAVENDA NÛÇEYAN
YARA MIHEMED

Çalakvan û parêzera sûriyeyî Şirûq Ebû Zêdan li ser 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê ji ANHA’yê re axivî.

Şirûq Ebû Zêdan di destpêkê de rewşa jinên Sûriyeyê a di şer de nirxand û wiha got: "Li gorî nêrîna min tenê rojek ji bo jinan diyarkirin, zayendperestî ye. Di van salên şer de Sûriye di guhertin û zehmetiyên mezin re derbas dibe û roja 8`ê Adarê bi vê rewşê re xwedî girîngiyeke mezin e. Li Sûriyeyê di encama şerê çêbûyî de ku hîna li hin herêman dewam dike, guhertinên civakî û çandî çêbûn. Jinên Sûriyeyê di encama şer de bi zorê koçber bûn, winda bûn û hîna jî gelek zor û zehmetiyan dibînin. Di van şert û mercan de Roja Jinan a Cîhanê misogerkirin û belgekirina têkoşîn û fedakariya jinên Sûriyeyê ye. 8`ê Adarê ji bo jinên Sûriyeyê ne tenê tê wateya ku serkeftin û deskeftiyên xwe pîroz bikin, divê her roj bîne bîra xwe ku ji bo edalet û wekheviyê pêdiviya me pê heye em zêdetir bixebitin û tê bikoşin.”

Şirûqê anî ziman ku berî şer jî li Sûriyeyê ji bo jinan tu mafên hiqûqî, aborî û civakî nehatibûn misogerkirin û wiha got: "Pirsgirêka jin li Sûriyeyê gelekî kûr e, di vî şerî û rewşa aborî û civakî de ku şopên wê li ser jin mezinin, derfetên çareserkirina vê pirsgirêkê kêm in. Jinên Sûriyeyê di rewşa xwe ya îro de hîna ji xeyalên ku berê ji bo wê têkoşîn dikirin. Berî şer jî mafên jin ên qanûnî di destûr de nehatibûn garantî kirin. Mînak mafên jin ên aborî, kesayetî û malbatî qanûnî nehatibûn dayîn. Piştî ku şer dest pê kir, sîstema hemû sazî û rêxistinên daxwaza mafên jinan dikir, rûxiya û ji aliyê qanûnî ve cudahiya di navbera jin û mêran de li şûna kêm bibe zêdetir bû.”

‘DI SIYASETÊ DE CIH NADIN JINAN’

Şirûqê di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku di siyasetê de cih nadin jinan û got: “Îro zehmetiya herî mezin jinên Sûriyeyê dibînin di qada siyasetê de ye. Di polîtîkayê de nûnerên jinan kêm in û nabe navenda biryarê. Piştî guhertina rejîmê me jin nedîtin. Tenê di wezaretekê de jin heye. Di rêveberî û desteyên dîtir de jin nîn in. Cihê jinan di hilbijartinên Meclisa Gel de tune bû û rêjeya beşdarbûna wan a hilbijartinan gelekî kêm bû û edalet tê de nebû. Ji ber vê yekê em dikarin bibêjin ku jinên Sûriyeyê tenê sembolîk dixin navendên biryarê. Her tim jinên Sûriyeyê ji xebatên siyasî û îdarî dûr têne hiştin. Destûr nadin ku aliyê siyasî de bibin navenda biryarê. Di hikûmeta heyî de niha tenê yek wezîr heye. Ew jî tiştek di destê wê de nîn e. Nûnerên jin û pêkhateyan di siyasetê û xebatê îdarî de nayên zêde kirin. Li cihên îdarî, dadwerî, dada şeriî, desteyên dada veguhêz û desteya wendahiyan ku destpêka sala 2025`an hat tayînkirin, jinan dikin kole. Di aliyê civakî, siyasî, qanûnî û aborî de jinên Sûriyeyê gelek zehmetiyan dibînin û bandore li jiyana wan dike. Kevneşopên civakî, zayendperestî û rewşa aborî zexteke mezin li jinan dikin.”

Şirûqê ji bo jinên ciwan jî wiha got: “Jinên ciwan, gelek hêvî û xeyalên wan ên mezin hene. Eger derfet bidin wan dê ji hemû aliyan ve guhertinan bikin. Lê jinên ciwan ji aliyê civakî, aborî, qanûnî, siyasî, kesayetî û ewlehî ve ji ber kevneşop û zexta civakî, gelek zehmetiyan dibînin.”

Her wiha Şirûq Ebû Zêdan metirsiyên xwe yên ji hikumeta demkî ya Sûriyeyê anî ziman û got: “Ji ber bûyerên li Sûriyeyê diqewimin û kiryarên desthilata heyî ez ditirsim ku deskeftiyên jinên Sûriyeyê ji dest biçin. Jin ne parçeyekî biçûk ê civakê ne ku hebûna wan înkar bikin, nabe ku jin li gorî kevneşopên kevn û baweriyên sînordar werin paşguhkirin. Jin bingeh û enerjiya civakî ne ku dikarin civakê ava bikin.”

‘DIVÊ JIN CIHÊ XWE DI SIBEROJA SÛRIYEYÊ DE BIGIRIN’

Şirûq Ebû Zêdan li ser rola jinan a di siberoja Sûriyeyê de got: “Ji bo aramî û aştî li Sûriyeyê çêbe, divê jin tev li siberoja siyasî ya Sûriyeyê bibin.”

Şirûq Ebû Zêdan di dawiyê de wiha got: "Ez bang li hemû jinên Sûriyeyê dikim ku têkoşîna xwe ya ji bo edalet û wekheviyê bidomînin. Tu xurt î, hebûna te heye, divê têkoşîna te berdewam bike heyanî edalet, wekhevî, aştî û ewlehî çêbin. Tu parçeyê bingehîn ê guhertin û siberoja Sûriyeyê yî. Her yek ji me li cihê xwe û bi şêweyên cuda dikare tê bikoşw. Bes e ku em bawer bikin di siberoja Sûriyeyê de rola me girîng e û pêdivî bi hebûna me heye.”

(np/h)

 ANHA