Ji destpêkê heyanî îro têkoşîna jinan a li Sûriyeyê

Li Sûriyeyê jinan bi salan e ji aliyê nîştimanî, civakî û siyasî ve tê dikoşin. Komele, însiyatîf, rêxistin ava kirin û heyanî niha ji bo hebûna xwe û gihaştina mafên xwe tê dikoşe.

Ji destpêkê heyanî îro têkoşîna jinan a li Sûriyeyê
8 adar, 2026   04:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Dîroka têkoşîna jinan a Sûriyeyê ne ji îro dest pê dike, di gelek pêvajoyan re derbas bû. Sîstemên Sûriyeyê bi rê ve dibirin destûr nedida ku ev têkoşîn di asteke bilind de pêş ve biçe. Li gorî rewşa siyasî û civakî ya Sûriyeyê têkoşîna jinan bi pêş ve diçû, carinan nefes li jinan qut dikirin û carne jî bi paşve dihatin.

Di dîroka Sûriyeyê de bajarê Palmîra û Ugarît ji aliyê jinan ve hatin birêvebirin. Di sedsala 19`emîn de jin li Sûriyeyê di bin bandora tevgerên jin ên siyasî û rêxistinî de dest pê kir, xwe birêxistin kir û daxwaza mafên xwe kir.

DI HEMÛ ÇAXAN DE HEBÛNA XWE DIPARAST

Li gorî zanista şûnwar û dîrokê jin aliyê aborî û olî ve berpirsyartî rakiriye. Welat û perestgeh mîna Ugarît û Marya birêve birine. Di demê Romanî û Bîzans de her çiqasî tevgera jinan di bin navê adetan de sînordar dikirin, lê aliyê civakî û olî de tevlî jiyanê dibûn.

Di çaxa Islam û Osmaniyan de jin li bajarên Sûriyeyê bi taybet li Heleb û Şamê weqfa, dibistan û nexweşxane ava kirin û xizmeta civakê dikirin.

KOVARA EL ERÛS VEKIRIN

Jinan di sedsala 19`emîn de di çarçoveya raformên Osmaniyan ên bi navê `rêxistinan` li navendên şaristaniyê xwe ji aliyê çandî û wêjeyî ve birêxistin kirin. Cihên wêjeyê yên jin di salên heftê yên sedsala 19`emîn de hatin vekirin. Jin li van cihan lihevdû kom dibûn û pirsgirêkên reform, hînkarî û perwerde û rola jinan nîqaş dikirin. Her wiha jin tev li pêşangeha Şikako ya sala 1893`yan bûn. Bi van însiyatîfan re êdî pirsgirêkên jinan ne ferdî bi giştî dihatin ziman. Destpêka sedsala 20`emîn komeleyên jin hatin birêxistinkirin. Sala 1910-1925`an kovara jinan a bi navê El Erûs hate vekirin. Bi rêya kovarê daxwaza reformê dikir.

SEDSALA 20`EMÎN KOMELE AVA KIRIN

Di Şerê Cîhanê yê Yekemîn de (1914-1918) dema ku birçîbûn çêbû, rola jinan di komkirina alîkariyê de li pêş bû. Dawiya serdema Osmaniyan û destpêka dagirkeriya Fransiyan 1920`an komeleyên jinan li Şam, Heleb û bajarên din hatin vekirin. Di van komeleyan de jin fêrî xwendin û nivîsandinê dibûn û xwedî li sêwî û xizanan derketin. Her wiha tevgerên jinan di salên 20`emîn û 21`emîn ên sedsala berê tevgerên jinan êdî karê xwe yê alîkariyê bi reformên civakî û siyasî ve dan girêdan.

Li Şamê kongreyên jinan li dar xistin û daxwaz kir ku zagonên kesayetî yên jinan werin guhertin. Mînak jin di temenekî biçûk de neyên zewicandin, destûr bidin jin bixwînin, fêr bibe û bixebitin. Êdî jinan ne tenê dixwest di aliyê civakî de rewşa wan baş bibe, vekirî daxwaza hemû mafên xwe yên sivîl dikir.

ROLÊ JINAN DI BERXWEDANA LI HEMBERÎ FRANSIYAN DE

Jinan li Sûriyeyê di têkoşîna neteweyî ya li hember dagirkirina Fransiyan de cih girtiye. Her wiha di sala 1920`an de tev li şerê Meyselûn dibin û di eniyên pêş de piştgiriya berxwedana li hemberî Fransiyan dikirin.

Di şoreşa Sûriyeyê ya mezin de jin di gelek xebatan de ciyê xwe girt, mînak xwarin û vexwarin digihandin eniyê, name dibirin û tanîn, birîndar radikirin û şervan bi cih dikirin. Her wiha li bajaran hemleyên tevlêbûnê û alîkariyê birêxistin dikirin. Di şoreşan de tevlêbûna wan ji xebatê re ne sembolîk bû, ew parçeyekî girîng ê têkoşîn û bexwedanê bûn.

Mînak; Nazik El Abid (1887-1959) tev li berxwedana li hemberî dagirkeriya Frensayê bû û li gel Wezîrê şer tevlî şerê Meyselûn bû. Nazik El Abid komeleyek bi navê Nûr El Feyhai ji bo perwerdekirina jinan vekir û daxwaza tevlêbûna jinan ji siyasetê de kir.

Rewşen Bedirxan di dema ku malbata wê li nefiyê bû, di 11.07.1909’an de li bajarê Kayserî yê li Anatoyay Navîn ji dayik bûye.

Rewşen Bedirxan li Şamê di Dibistana Tereqiyê de dest bi xwendina seretayî kiriye û paşê 3 salan li xwendingeha mamostetiyê xwendiye û li sala 1925’an de li Şamê qonaxa seretayî de bûye mamostaya zimanê erebî. Paşê 2 salan zimanê tirkî û 3 salan zimanê fransî û îngilîzî xwendie û her wiha fêrî van zimanan jî bûye. Di heman demê de li bajarê Kereka yê Urdunê ku wê demê Urdûn û Sûriye yek bûn, bûye mamosteya van zimanan. Ew 3 salan li Urdûnê maye, di sala 1928’an de dîsa vegeriyaye Şamê û li Şamê mamostetiya xwe heta sala 1935’an berdewam kiriye.

Sala 1934’an li Sûriyeyê dibe endama Komeleya Yekitiya Jinan. Li sala 1944 an de li ser navê jinên Sûriyeyê, li Misrê beşdarî Kongreya Jinên Cîhanê dibe. Sala 1957’an li Yewnanistanê kongreya li dijî kolonyalîzmê Ii dar dikeve û di nava 6 hilbijêrderên Kurd ku pêwîst e beşdarî kongreyê bibin, bi tenê Rewşen Bedirxan li gel ala Kurdan beşdar dibe. Di heman kongreyê de tevî ku astengiyên yek ji damezirînerên Baasê Mîşel Aflaq ku ji bo wê derdixin ew ranaweste û li ser navê Kurdistanê beşdar dibe. Her wiha Rewşen Bedirxan di jiyana xwe de 15 berhemên hêja diyarî gelê Kurd kirine û ew wek yekem rojnamenûsa jin a Kurd jî tê zanîn.

DAXWAZÊN MAFÊN SIYASÎ (1949-1953)

Piştî rizgarkirina Sûriyeyê ji dagirkirina Fransayê 1946`an daxwaza jinên Sûriyeyê yên siyasî hîn zêdetir bûn. Sala 1949`an mafên dengdayînê dan jina Sûriyeyê. Sala 1953`an êdî jin dikarîbû tevlî hilbijartinan bibe û xwe ji bo xebatên rêvebirin û siyasetê pêşniyar bike.

YEKITIYA GIŞTÎ YA JIN AVA KIRIN (1967)

Sala 1967`an piştî hatina rejîma Baas a ser desthilatdariyê û avakirina Yekitiya Giştî ya Jinan di heman salê de, xebatên jinan ên siyasî hatin sînordarkirin. Xebatên jin kirin bin siya saziyekê û bi dewletê ve dan girêdan. Êdî Yekitiya Giştî ya Jinan ji bo rejîma Baasê dixebitî û propagandaya wê dikir. Êdî di qanûnên kesayetî û cinsî yên jinan de tu guhertin çênebûn.

PIŞTÎ 2011`AN BIRÊXISTINBÛNA JINAN BERFIREH BÛ

Piştî xwepêşandanên 2011`an jin tev li xwepêşandan, xebatên çepemeniyê û alîkariyê bûn. Gelek jin hatin girtin û revandin. Piştî şer dest pê kir û bi milyonan sûriyeyî koçber bûn, bi dehan însiyatîf û rêxistinên jinan li Sûriyeyê û li dewletên dîtir hatin avakirin. Rêxistinên jinan ên hatine avakirin li ser belgekirina kiryarên li dijî jinan sekinîn, parastina girtiyên jin kir, li ser dozên edaletê û pêşxistina jinan di aliyê aborî de xebitîn. Li hemberî tundiya li ser jinan tê kirin, aliyê civakî dest bi têkoşînê kir. Her wiha torên femînîst ên Sûriyeyê li ser platformên herêmî û navneteweyî xwest nûnerên jinan di çareseriya siyasî de cihê xwe bigirin.

LI SÛRIYEYÊ 8’Ê ADARÊ

8`ê Adarê heyanî salên heştî wek roja daxwaza jinan a azadiyê nedihat naskirin. Her sal di vê rojê de hatina partiya Baas a deshilatdariya Sûriyeyê di rojevê de bû û hemû minasebetan dihatin qedexekirin. Şahî û çalakiyên 8’ê Adarê gelekî kêm bûn û ji ruhê 8`ê Adarê dûr bûn. Partiyên çepgir ên Sûriyeyê bi veşartî 8`ê Adarê pîroz dikir. Di vê rojê de hinek jin dihatin xelatkirin.

Li Rojava piştî ku Rêber Abdullah Ocalan sala 1979`an derbasî Sûriyeyê bû, êdî têkoşîna jinan li Sûriyeyê sala 1980`yî dest bi qonaxeke nû kir. Li ser bingeha “Bê jin jiyan nabe, jina azad, civaka azad e” jinan dest bi xebatên rêxistinî û siyasî kir. Piştî rêxistina yekem a jinan li Ewropayê sala 1987`an bi navê Yekitiya Jinan a Niştîmanî ya Kurdistanê (YJWK) hate avakirin, jinên Rojava jî tev li vê yekitiyê bûn û li Rojava di bin siyas Yekitiya Jin a Nîştimanî li Kurdistanê gelek çalakiyên cur bi cur hatin organîzekirin. Jin bi xebatên xwe yên rêxistinî li ser bingeha hezkirina nîştimanî û hezkirina jin ji jin re û ji rêxistinê re gihaşte gelek pêşketinan.

Li Rojava 8’ê Adarê bû roja destpêkirina têkoşînê. Sala 1987`an li bajarê Qamişlo di malekê de 8`ê Adarê hate pîrozkirin. Heyanî destpêka sala 2000`an di 8’ê Adarê de şahî organîze dikirin.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sîstema hevserokatiyê di rêveberiyê de çêbû, jinan di hemû qadan de xwe bi rêxistin kir û tora xwe ya xebatên perwerde û birêxistinkirinê gelekî fireh kir.

JIN LI HERÊMA BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYEYÊ

Bi destpêkirina şoreşa Rojava (2012) re jinan pêşengî kir. Îdelojiya azadiya jinan bi şoreşa Rojava re vejiya. Jinan di hemû qadan de xwe bi rêxistin kir û şoreş bû ya jinan. Jinan qadên siyasî, dîplomatîk, leşkerî û sivîl de hebûna xwe diyar kir. Niha li Rojava zêdetirî 20 rêxistinên jinan hene. Yekitiya Star sala 2005`an hate avakirin, Meclisa Jinan a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sala 2019`an bi rêxistin kirin, Meclisa Jinan a Sûriyeyê sala 2017`an çêbû, Rêxistina Sara ya li dijî Tundiya li ser Jinan 2013`an ava bû, Mala Jinan 2013`an vekirin, Desteya Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sala 2014`an ragihandin, Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) di Nîsana 2013`an de, Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin û jineolojî hatin avakirin. Meha Tîrmeha sala 2017`an yekemîn akademî li Efrînê hate vekirin, Yekitiya Jinên Ciwan, Yekitiya Ragihandina Jin, komînên jinan û di hemû sazî û deste û rêveberiya komîteyan de komîteyeke taybet ku kar û barên jinan bişopîne, hatibûn avakirin.

Li ser asta cîhanê jî jin li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di aliyê siyasî û dîplomasiyê de gelek semîner, komcivîn, konferans û kongre bi rêxisitn kirin û pirsgirêkên Rojhilata Navîn nîqaş kirin.

LI SÛRIYEYÊ REWŞA JINAN

Piştî rûxandina sîstema Baas a sala 2024`an û hatina Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) li ser desthilatê, polîtîkayên nû li ser jinan hatin ferzkirin. Gelek reformên qanûnî yên girêdayî jinan hatin sekinandin, hebûna jinan di nava sîstemê de nîn e, azadî û mafên wan ên kesayetî û perwerde û tevlêbûna wan a di siyasetê de, hate sînordarkirin. Ji ber dûrxistina jinan ji her tiştî, gelek bertek çêbûn.

Pirsa ku guman li ser hene jî ev e; li Sûriyeyê gelo dê di nava sîstema heyî de cih ji jinan re were dayîn û jin bikarin cihê xwe di nava siyasetê de bigirin?

ANHA