Sîpan Hemo sibê qonaxa leşkerî ya rojhilatê Sûriyeyê aşkera dike

Di hevpeyvînek taybet de ku dê sibe ji hêla ajansa me ve were weşandin, Cîgirê Wezîrê Parastinê yê hikumeta demkî ya Sûriyeyê Sîpan Hemo behsa dosyaya "Herêma Rojhilat", çareserkirina dosyayên dîlgirtiyan, şehîdan, baregehên Amerîka û herêmên Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî, sazûmaniya leşkerî ya nû dike.

Sîpan Hemo sibê qonaxa leşkerî ya rojhilatê Sûriyeyê aşkera dike
1 gulan, 2026   18:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gel veguherînên bilez ên li Sûriyeyê, dosyaya "Herêma Rojhilat" wekî yek ji dosyayên herî hesas û tevlihev derdikeve pêş, ji ber hevgirtina faktorên leşkerî, siyasî û ewlehiyê, girêdana wê bi pêşeroja Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), pêvajoya jinûve avakirina saziya leşkerî ya Sûriyeyê û her weha pirsgirêkên sînor, dosyaya girtiyan û vegera koçberan.

Di vê çarçoveyê de, ANHA dê sibe hevpeyvîna giştî ya bi Sîpan Hemo (Semîr Oso) Cîgirê Wezîrê Parastinê yê hikumeta demkî ya Sûriyeyê re biweşîne. Di hevpeyvînê de gelek mijarên têkildarî rewşa heyî ya Sûriyeyê têne nîqaşkirin.

Hevpeyvîn li ser hûrguliyên dabeşkirinên leşkerî yên nû, pêvajoya entegrasyonêya di navbera QSDˊê û Wezareta Parastinê de, planên belavkirin û jinûve bicihkirinê û helwesta Wezaretê li ser baregehên Amerîkayê li Sûriyeyê digire dest.

Di hevpeyvînê de her wiha mijarên şehîd û dîlgirtiyan û pêşeroja herêmên Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî, digel guhertinên bilez ên li welêt û sazûmaniya leşkerî û siyasî yên ku di qonaxa pêş de têne hêvîkirin, têne şîrovekirin.

(fr)

ANHA