‘Siberoja Sûriyeyê bi pêşengiya jinan dikare were avakirin’

Jinên siyasetmedar diyar kir ku avakirina siberoja Sûriyeyê tenê li ser bingehên demokratîk û sosyalîst ya bi pêşengiya siyasî û civakî ya Sûriyeyê pêkan e.

‘Siberoja Sûriyeyê bi pêşengiya jinan dikare were avakirin’
7 hezîran, 2025   02:35
REQA
DÎMA MIHEMED

Li gel arîşeyên ku Sûriye pê re rû bi rûye, dengên jinan wek derdikeve pêş ku teqeziyê li ser girîngiya pêşxistina beşdariya wan di hemû qadên jiyanî, bi taybetî di qada siyasî de, dike. Der barê mijarê de endamên Partiya Sûriyeya Siberojê ji ajansa me re axivîn.

Endama Nivîsgeha Têkiliyan a Jinan a Partiya Sûriyeya Pêşerojê Rama El Xidir diyar kir ku demokrasiya rasteqîn xwe dispêre rêzgirtina li hemberî çand û olan û got: "Demokasiya rasteqîn bingeha avakirina civakeke pêşketî ku azadiya derbirînê ya tevahî kesan mîsoger dike."

Rama El Xidir destnîşan kir ku demokrasî rêgeza jiyana aştiyane bi pêş dixe, li dijî hemû cureyên cudakarî û nîjadperestiyê şer dike, ev jî dibe alîkar ku pergaleke siyasî ya dadperwer a li ser bingeha wekhevî û edaleta civakî were avakirin.

Der barê rola jinên Sûriyeyê de, Ramayê got: "Jin di salên borî de, bi taybetî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, di pêşengiya têkoşînê de bûn. Ji perwerdehiyê bigire heya siyasetê di tevahî qadên jiyanê de hêz û wêrekiya xwe îsbat nîşan da."

Rama El Xidir îşaret bi vê yekê kir ku jinên Sûriyeyî li hemberî arîşeyan hêza xwe îsbat kirin û di avakirina civakê de hêmaneke aktîf in, lewre divê di qada siyasî û civakî ya siberoja Sûriyeyê de li pêş in.

Endama Nivîsgeha Rêxistinî ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê Nahid Nehas jî diyar kir ku sosyalîzma demokratîk modelek e ku dikare civakeke adilane pêk bîne û got sosyalîzma demokratîk edaletê dixe navenda projeya xwe ya siyasî û civakî û hewl dide civakeke serkeftî û hevseng ava bike.

Rêvebera Nivîsgeha Rêxistinî ya Meclisa Jinan a Partiya Sûriyeya Pêşerojê Erîc Qedûr jî bal kişand ser pergala hevserokatiyê wek gaveke girîng ber bi pêkanîna wekheviya rastîn a di navbera her du zayendan de pênase kir û wiha domand: “Ev pergala ku li ser felsefeya demokrasiya hevpare ava bûye hiştiye ku jin û mêr di biryardana siyasî de bibin şirîkên rastîn. Di dîroka saziyên Sûriyeyê de pergaleke bi vî rengî çênebûye."

Erîc pergala hevseroktiyê wekî “stûneke bingehîn a avakirina civakeke sosyalîst a domdar ku rûmeta jinan diparêze û rola wan di di geşkirina welat de bi hêz dike" nirxand.

Jinên siyasetmendar diyar kirin ku beşdariya jinan di qada siyasî de nîşaneke rasteqîn a civakek demokratîk û sosyalîst e. Her wiha destnîşan kir ku guhertina nêrîna kevinperast a li ser rolên jinan û xurtkirina hebûna wan di rêveberiyê de ji şertên herî girîng ên veguherîna demokratîk û bidestxistina edaleta civakî di Sûriyeya pêşerojê de ne.

(bb)

ANHA