Cîhad Hesen: Hevpeymana Civakî îfadeya rasteqîn a îradeya pêkhateyan e

Hevserokê Konfederaliya Rêxistinên Civaka Demokratîk Cîhad Hesen ezmûna Rêveberiya Xweser wek rêya derxistina Sûriyeyê ji aloziyê nirxand û da zanîn ku Hevpeymana Civakî ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê îfadeya rasteqîn a îradeya pêkhateyan e.

Cîhad Hesen: Hevpeymana Civakî îfadeya rasteqîn a îradeya pêkhateyan e
7 hezîran, 2025   05:06
REQA
MIZGÎN ELÎ

Hevserokê Konfederaliya Rêxistinên Civaka Demokratîk Cîhad Hesen der barê Hevpeymana Civakî ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de ji ajansa me re axivî.

Cîhad Hesen ezmûna Rêveberiya Xweser û projeya neteweya demokratîk wek modeleke rasteqîn a ji bo derxistina Sûriyeyê ji aloziyê nirxand û got Hevpeymana Civakî ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê îfadeya rasteqîn a îradeya pêkhateyên hêrêmê ye.

Cîhad Hesen bal kişand ser aloziyên li Sûriyeyê, komkujiyên li perava Sûriyeyê, Hema, Hums û gundewarên Şamê û got: "Ev alozî ne nû ne, lê berhema bi salan a guhertin û nebûna pirrengiyê di pêkhatina dewleta Sûriyeyê de çi di serdema rejîma Baasê çi jî jî kiryarên heyî de ye."

Hesen gavên yekalî yên ku desthilata Şamê bêyî diyaloga rastîn a nîştimanî û bêyî hewldanên ji bo pêkanîna hevgirtina civakî avêtin, rexne kir û got gavên yekalî dubendiya Sûriyeyê kûrtir kirin.

Hesen destnîşan kir ku tevî şer, êrişên DAIŞ’ê û destwerdanên derve jî, herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê karîn hevgirtina xwe ya civakî biparêzin û bi rêya Rêveberiya Xweser, meclisên xwecih, beşdariya civakê û nîvisandina hevpeymaneke civakî modelek mînak a jiyana hevbeş û pirrengiyê pêşkêş bike.

Cîhad Hesen, Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wek "Sûriyeyeke mînyatur" pênase kir û ev li gotinên xwe zêde kirin: “Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi cihêrengiya xwe ya etnîkî, civakî, çandî û mezhebî mozaîka rastîn a Sûriyeyê nîşan dide. Projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk serkeftina xwe îsbat kir."

Hesen bi bîr xist ku Hevpeymana Civakî encama nîqaşên nîqaşên berfireh bi hemû pêkhateyên civakê re ye ku zêdetirî 2 salan dewam kir û got: "Hevpeyman ji derve nehatiye ferzkirin, lê belê ji rastiya herêmê derketiye holê û rêgezên wê yên bingehîn ên wekî edaleta civakî, wekheviya zayendî, parastina cihêrengiya çandî û olî û xweseriya dadgehê dikare ji aloziya Sûriyeyê re bibe çareserî."

Cîhad Hesen bang li rêxistinên civaka sivîl û hêzên demokratîk ên Sûriyeyî kir ku modela Rêveberiya Xweseriya Demokratîk qebûl bikin û got: "Siberoja welatê me dê tenê bi destê zarokên wê yên ku bi demokrasî û pirrengiyê bawer in û dûrxistin û yekalîbûnê red dikin were avakirin."

(bb)

ANHA