Şewatên li Fransa, Yewnanistan û Spanyayê dewam dikin

Şewatên li daristanên Yewnanistan, Fransa û Spanyayê derketine dewam dikin. Gelek dever ji ber şewatan hatin valakirin.

Şewatên li Fransa, Yewnanistan û Spanyayê dewam dikin
1 tebax, 2026   18:10
NAVENDA NÛÇEYAN

li nêzî Atînayê û deverên din ên Yewnanistanê şewatên mezin derketin. Hikumeta xwecih şênî ji cihên nêzî şewatan derxistin. Zêdetirî 300 endamên tîmên agirkujiyê tevî helikopter ji bo vemirandina agiran di nava hewldanan de ne. Hişyarî hatin dayîn ku li deverên din şewat derkevin.

Li herêma Var a başûrê rojhilatê Fransayê piştî çend rojan ji vemirandinê, careke din şewatek mezin rû de. Ji ber şewatê nêzî 2 hezar û 500 kes malên xwe terikandin. Tîmên rewşên awarte ji bo rêgirtina li ber şewatên nû tedbîr xurttir kirine.

Li Spanyayê hewlanên vemirandina agir dewam dikin. Li kantona Leyonê jî şewatek nû derket. Li hin cihan şewat hatin kontrolkirin û şênî vegeriyan malên xwe.

Çend welatên Ewropayê ragihandin ku hejmara kesên ji ber pêla germê mirine zêde bûne. Awistirya di Tîrmehê de hejmareke rekord a mirinan tomar kir, di heman demê de Brîtanya, Fransa û Almanya ji destpêka salê ve mirina bi hezaran kesî ji ber germê ragihandine.

(bb)