Li Dêrazorê ajokar çalakiya xwe didomînin

Ajokarên tankeran li Dêrazorê ji ber kêmbûna kirêya veguhastinê çalakiya xwe ya boykotê didomînin.

Li Dêrazorê ajokar çalakiya xwe didomînin
1 tebax, 2026   16:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Çalakiya boykotê ya ajokarên tankeran li bajarokê Zîban ê li rojhilatê Dêrazorê didome. Ajokaran daxwaza bilindkirina kirêya veguhastinê û avêtina gavên cidî ji bo daxwazên xwe dikin. 

Hejmareke ajokaran ev 6 roj e ji bo şermezarkirina kêmbûna kirêya veguhastinê xebatên xwe dane sekinandin.

Ajokaran destnîşan kir ku hebûna navbeynkaran dihêle ku beşeke para wan a pereyan qut bibe û ji aliyên peywendîdar xwest peymanên yekser ji bo danîna kirêyên adilane û zelal pêk bînin.

(sb)

ANHA