Şewata zeviya ceh hat vemirandin

Tîmên Parastina Sivîl şewata li zeviya ceh a li bajarê Til Temirê yê kantona Cizîrê vemirand.

Şewata zeviya ceh hat vemirandin
3 hezîran, 2024   16:21
HESEKÊ

Komîteyên awarte yên bajarê Til Temirê yê kantona Cizîrê ku ji Tîmên Parastina Sivîl, endamên komîn, Hêzên Ewlekariya Hundirîn pêk tên şewata li zeviya çandiniyê ya li bakurê bajêr vemirand.

Li gorî nûçegihanê ji bajêr, zeviya ceh a li bakurê Til Temirê şewitiye, yê Xidir Tirkî El Etiye ye. 10 donim ceh şewitîn.

(fr)