Parêzer Rojîn Abdulbaqî: Divê destûr mafên jinan biparêze

Parêzer Rojîn Abdulbaqî Xişo got bi misogerkirina mafên jinan di destûra Sûriyeyê de dê jin werin parastin.

Parêzer Rojîn Abdulbaqî: Divê destûr mafên jinan biparêze
2 hezîran, 2026   03:25
HESEKÊ
BOTAN HISÊN

Parêzer Rojîn Abdulbaqî Xişo diyar kir ku misogerkirina mafên jinan di destûra Sûriyeyê de rêzdayîna dewletê ji hemwelatiyê, edalet û wekheviyê re dest nîşan dike û wiha got: “Destûr hevpeymana civakî ye. Têkiliya navbera dewlet û civakê de birêxistin dike. Eger mafên jinan di vê hevpeymana civakî de nebin tê wateya di destûr de kêmasî hene. Dewleta Demokratîk ne tenê li ser bingehê hilbijartin û saziyên siyasî tê avakirin. Dewleta demokratîk li ser bingehê wekheviya navbera hemwelatiyan û bê ku cûdahî têxin navberê wan de, tê avakirin.”

Rojîn Abdulbaqî anî ziman ku heke di destûra Sûriyeyê de mafên jinan hebin dê jin ji aliyê qanûnî ve werin parastin. Bi vê yekê re civak li gorî taybetmendiyên kesayetî, an jî ol û kevneşopan dê nikare nêzî jinan bibin.

Her wiha da zanîn ku heke mafên jinan ji qanûnan re were hiştin ev qanûn dibe ku li gorî şert û mercên siyasî, fikrî û civakî werin guhertin lê di destûrê de mafên jinan werin misogerkirin dê îqtîdara zagonsaz, rêveber û dadê di wê çarçoveyê de nêz bibin.

Rojîn anî ziman ku di destûrê de cudahiya cins nîn e û di bin navê adet û kevneşopan de nikarin jinan ji mafên wan mehrûm bikin.

Têkildarî parastina jinan Rojîn got kîjan dewlet dixwaze dewleteke demokratîk ava bike divê di destûrê de mafên hemwelatiyên bidin jin, wekhev nêzî jin û mêr bibin û jinan ji tundiya malbatî, civakî û siyasî biparêzin. Jin di temenê biçûk de nezewicînin, destdirêjî bi taybet li ser dijîtal medyayê li jinan nekin.

Ji bo destûra nû yê Sûriyeyê jî Rojîn axivî û got divê mafên jinan ê perwerde, kar, parastina tenduristî bidin û jin cihê xwe di hemû qadan û bi taybet a siyasî de bigire. Heke di destûra Sûriyeyê yê nû de mafên jinan neyê misogerkirin dê destûr kêm bimîne û dewlet ne demokratîk be. Her wiha dê jinan dîsa di bin navê adet û kevneşopan de sînordar bikin û tundî li jinan were kirin.

Ji bo rêxistinên hiqûqî yên jinan parêzer Rojîn Xişo wiha got: “Ev sazî û rêxistin dikarin parastina mafên jinan bikin. Bi taybet di pêvajoya veguheztinê de dikarin lêkolîn bikin, zextê li aliyên siyasî û zagonsaz bikin. Civakê perwerde bikin û hemû kiryarên li ser jinan belge bikin. Her wiha parêzer û çalakvanên jin dikarin bi hev re bibin alîkar û daxwaz bikin ku jin cihê xwe di nivîsandina destûra nû yê Sûriyeyê de bigirin.”

(np)

ANHA