Serokkomarê Lubnanê bersiva Hizbullahê da: Yên welat kişandine nava şer xiyanetê dikin

Serokkomarê Lubnanê diyar kir ku armanca wan a dan û standinên rasterast bi Îsraîlê re bidawîkirina şer e û got ew kesên ku welat kişandina nava şer “xiyanetê dikin”.

Serokkomarê Lubnanê bersiva Hizbullahê da: Yên welat kişandine nava şer xiyanetê dikin
27 nîsan, 2026   15:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokkomarê Lubnanê Jozef Ewn bersiva daxuyaniyên sekreterê giştî yê Hizbullahê da û got armanca dan û standinên rasterast ên bi Îsraîlê re bidawîkirina şer e. 

Li gorî malpera serokatiya Lubnanê, Jozef Ewn pêşwaziya şandeyeke ji herêma Hasbeya ya başûrê Lubnanê kir. Hate gotin, Ewn di hevdîtina li gel şandeyê de got: "Armanca me ew e ku şerê bi Îsraîlê bi dawî bibe, mîna Peymana Agirbestê ku di sala 1949'an de ji hêla her du welatan ve hat îmzekirin.”

Ewn di axaftina xwe de pirsî: "Gelo peymana agirbestê şermok bû? Ez ji we re piştrast dikim ku ez ê qebûl nekim peymaneke şermok çêbe."

Serokkomarê Lubnanê bersiva tohmetên Hizbullahê da û got: "Ew kesên ku me li Lubnanê kişandin nava şer, niha me ji ber biryara me ya ketina dan û standinan berpirsiyar digirin û îdia dikin ku lihevkirineke neteweyî tune ye. Pirsa min ji wan ev e: Dema we şer hilbijart gelo we pirsa lihevkirineke neteweyî kiribû? Tiştê ku em dikin ne xiyanet e; berevajî vê, xiyanet ji hêla kesên ku welatê xwe dibin şer da ku xizmeta berjewendiyên biyanî bikin ve tê kirin."

Sekreterê giştî yê Hizbullaha Lubnanê Neîm Qasim dan û standinên rasterast ên di navbera desthilata Lubnanê û Îsraîlê re red kiri û got: "Em dan û standinên rasterast red dikin. Bila xwediyê desthilatê fêm bikin ku nêzîkatiyên wan fêdeyê nadin Lubnanê û wan." Her wiha ji desthilata Lubnanê xwest ku ji biryara dan û standinên rasterast li gel Îsraîlê vegere.

(bb)