Hizbullahê dan û standinên rasterast bi Îsraîlê re red kirin

Hizbullaha Lubnanê ragihand ku dan û standinên rasterast di navbera desthilata Lubnanê û Îsraîlê de red dike.

Hizbullahê dan û standinên rasterast bi Îsraîlê re red kirin
27 nîsan, 2026   15:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Sekreterê giştî yê Hizbullaha Lubnanê Neîm Qasim dan û standinên rasterast ên di navbera desthilata Lubnanê û Îsraîlê re red kirin.

Neîm Qasim ji televîzyona El Menar a Hizbullahê re axivî û got: "Em dan û standinên rasterast red dikin. Bila xwediyê desthilatê fêm bikin ku nêzîkatiyên wan fêdeyê nadin Lubnanê û wan."

Neîm Qasim hişyarî da ku dibe ev dan û standin welat bixin nava “çerxa bêaramiyê”. Qasim her wiha ji desthilata Lubnanê xwest ji vê biryarê vegere û got: "Dan û standinên rasterast û encamên wê ne ji dûr ve û ne ji nêzîk ve me eleqedar nakin. Em ê berxwedana parastina Lubnanê û gelê wê bidomînin. Em ê bersiva Îsraîla dijmin bidin. Dijmin çi qasî gefan bixwe em şûnde venagerin, em serî natewînin û têk naçin."

(bb)