Îranê hişyarî da Îsraîliyan: Ger Beyrût bibe hedef hûn ê rûbirûyî êrişan bin

Artêşa Îranê hişyarî da şêniyên bakurê Îsraîlê ku ger deverên başûrê Beyrûtê werin hedefgirtin hûn ê rûbirûyî êrişan bin.

Îranê hişyarî da Îsraîliyan: Ger Beyrût bibe hedef hûn ê rûbirûyî êrişan bin
1 hezîran, 2026   20:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Leşkerî ya Navendî ya Îranê hişyarî da ku "Ger Îsraîlê êrişî Beyrûtê bike divê niştecihên bakurê Îsraîlê, ger naxwazin zirarê bibînin, divê ji wir derkevin."

Ev daxuyaniya artêşa Îranê, piştî ku artêşa Îsraîlê hişyarî da niştecihên deverên başûrê Beyrûtê ku malên xwe vala bikin, hat dayîn.

Berdevkê artêşa Îsraîlê Avichai Adraee di daxuyaniyekê de ku îro li ser hesabê xwe yê "X" weşand, ji niştecihên devera derdora Beyrûtê xwest ku "ji bo ewlehiya xwe ji bajêr derkevin".

Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yisrael Katz jî hişyariyên xwe ji bo Lubnanê dubare kirin û îdia kir ku "li Beyrûtê aramî çênabe heya ku li bakurê Îsraîlê aramî çênebe." Katz destnîşan kir ku navendên fermandariya Hizbullahê li Beyrûtê dê li derveyî hedefgirtinê nemînin û welatê wî dixwaze herêma Çemê Lîtanî veguherîne herêmek di bin kontrola ewlehiyê ya artêşê de.

(fr)